Tirşik - Profîl
tirşik-profîla reşik eyşo

profîla "reşik eyşo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [emerîkê sidîqayê] de;

3. Helbestek wî ji kovara çirûskê jimar 14

"çemê kevzgirtî di etlasa dilê bêxem de dîl bûye,di qewmê zîguratê zîrek de

Zarokên moxoliyan bi şûr û mertalên xwe ve di mozelana xwinî de mexel hatine
ramana toz û bahoza hespê xwe yê terkî kumêt dikayên

ketîye koyê civata hêmanên mejî-dewixî

diyardeka nexşeya jînê ava dikin li ser laşê jinê
ji xwe re kirine mêrge çolistan

radibin yezdanê tolê, tovê davêjin mizgeftên arîk ezmanî

firokeke baskşikestî ye niha dilê pepûka min
a ku di hêlîna dayikên kelepûr de xeniqî

marê dêman bi tava rewnaq tiranê dikin
çavên xezalan ên reş didizin di kişwerên herîreşk de

Belam, ê ku kêfê digerîne lûla devê tivinga gedê asyayî ye

li ser ezmanê çiksayî."

Emerîkê Sidîqayê



05.04.2018 15:53 | reşik eyşo