Tirşik - Profîl
tirşik-profîla obamayê qunreş

profîla "obamayê qunreş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îslam] de;

24. kî çi bêje bila bêje, bela serê misilmanan e. bela serê gelên rojhilata navîn e.

yanê ew kesê ku hinek hestên îslamî pê re hebe an jî perwerdeya îslamê standibe divê mirov zêde tişt jê hêvî neke.

aniha melayek rûniştiye li hember min. xoceyê medresê ye. li amedê, medreseya wî heye behsa xwendevanên xwe dike. dibêje 45-50 xwendekarên me yên leylî* hene, yanê bi şev û roj li medresê dimînin. dibêje hemû zarokên feqîran e. kesek tenê tune ye ku malbata wan dewlemend bin. dibêje yên dewlemend nayên, ew jiyanek gelek xweştir dijîn. bên wê derê jî bêhna wan teng dibe diçin.



em behsa hovîtiya dewleta tirk dikin. me behsa farqînê kir ku ew jî ji ferqînê ye, haya wÎ ji tiştekî tune ye, her tiştî ji me ji hevalê me yê ferqînî seh dike.

haya wî meseleya hacı lokman birlik tune ye. qet nebihîstiye.



yanê nizanim, li amedê dijî û ji rastiya gelê xwe, welatê xwe ev qas dûr e. Û belkî xwendevanên xwe jî jê dûr dixe.

ev kes xizmeta kê dike ? îslam xizmeta kê dike ?

zarokên feqîran li wir bi şev û roj nimêj dikin û pirtÛkên dînî dixwînin, ên dewlemend jiyana xwe dijîn, ên welatparêz şerê dijmin dikin, berdêlan didin, xaniyê wan dişewite.

tu ji vê hevkêşe îslamê derxînî, wê ev çerx cih de hilweşe.



07.11.2015 23:21 | obamayê qunreş