Tirşik - Profîl
tirşik-profîla sergijik

profîla "sergijik"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [romantîzma kurdan] de;

1. Demeke dirêj e tiştek bala min dikişîne. Em gelên rojhilatê Li ser navê romantîzmê hin tiştan dikin ji bo yar an hezkiriyên xwe. Hin amûrên romantîzmê tim bin hişê xwe de digirin. Wek: Find, şerab, heyv, keman... Fikirîm, erê ev amûr bi rastî jî mêriv Dixin nav serxoşiyekê, hestiyariyekê. lê ya bala min dikişîne û hinekî jî aciz dike ev e: Çima di hişê hemû kesî de romantîzm û amûrên wê heman tişt in , çima ya me kurdan tişteke xweser tune ye? Ma romantîzm hezkirin di welatên rojavayî de peyda bûne?* Dema kal û bavên me, dayîkên me ji hev hez dikirin çi dikirin, romantîzma wan çi bû, wan ya dilê xwe çawa digot? Gelo ev jî çandeke desthilatdar nîne ku em didin jiyîn? Pirsên min zêde bûn piçekî * dawiyê dixwazim vê bibêjim. Evîna kurdewarî bawerim ji hemûyan romantîktir e, divê em ewil bigihîjin wê *



2016.03.05-02:06 | sergijik