Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ronahî

profîla "ronahî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [can dündar] de;

2. (z. 16 pûşper 1961, Enqere) lêgerîner, rojnamevan, derhênerê dokumanteran e.



Dibistana amadeyî li Lîseya Enqereyê ya Ataturk bidawî kiriye. 1982'yê ji fakulteya zanînên polîtîk a zanîngeha Enqereyê destûrdar bûye. Di Yankı, Hürriyet, Nokta, Haftaya Bakış, Söz û Tempoê de nivîsiye. Sala 1986'ê li Brîtanyayê di dibistana London School of Journalismê de dixwîne.

Di Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn‎ (ODTÜ), beşên zanînên aborî - gerînendeyî û birêvebirina gelemperiyê de, perwerdeyê dibîne.

Sala 1988'ê dikeve medyayê, ti saziya fermî ya dewletê TRT'ê de dest bi kar dike. Herwiha di Aktüel', Yeni Yüzyıl, Sabah, Milliyetê de nivîsiye. Niha di Milliyetê de ye.

Gorî hinekan ve ew kemalîstek e. Gelek jî wî wekî demokratek bibîrdixin. Dixwaze astengiyên pêşiya çand û zimanê kurd rabin. Lê bo tayînkirina çarenusa kurdan, wekî kemalîst û çepa tirk difikire. Ango qedera kurdan bi berjewendiyên tirkan ve girê dide.

WİKİPEDİA



26.07.2015 22:37 | ronahî