Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hola êzîda

profîla "hola êzîda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [celadet alî bedirxan] de;

34. Celadet Alî Bedirxan – Bavê Sixtekirina Êzîdiyatî

Nivîskar: Dewran Dasin



Di çend dehsalên dawî de şerekî piskolojîk di navbera hêzên kurdî ji bona bixwegirtina Êzîdiyan de çêbûye. Di salên 70yî de rejîma Ba´sê di bin bandora Sedam Hisên dixwest Êzîdiyan wekî miletekî ereb bianiya naskirin û li ser vê esasê asîmîle bike. Gelek lêkolînvan û rûsipiyên Êzîdiyan, di nav wan de Babaşêxê Êzîdiyan ya wî demî, rehmetiyê Şêx Hecî Simayîl, vê siyaseta asîmîlasiyonê red kirin û tucar qebûl nedikirin.[1] Wan vê siyaseta asîmîlasiyonê gelekî bê bandor hiştin.





Ji salên 90î û virde hikûmeta herêma Kurdistanê KRG di bin bandora Mesûd Berzanî Êzîdiyan eşkere wekî „kurdên resen“ da naskirin. Li ser van gotinên xwe wî zêde kir û got, kû bila Êzîdî bixwe, xwe wekî Kurdên resen bi naskirin bidin û yên xwe wekî Kurdan nebînin, ew vê wekî problema wan ya şexsî dibîne. Di eynî wê wextê de, yanî di salên 90î de û heta roja îro PKKê Êzîdiyan wekî Zerdeştiyan da naskirin.[2] Li ser vê bingehê gelek Qewlên Êzîdiyan hatin sixte kirin û yên sixtê hatin çêkirin, da kû Êzîdî wekî Zerdeştî werin naskirin. Ev qewlên sixte û sixte di gelek rojname û kovarên PKKê de jî hatin belav kirin.[3]



Eger em van nuxtên li jor hatinê gotin kûr şirove bikin, ev gotara dê gelek dirêj bibe. Ev ne sedema vê lêkolînê ye. Balkêş, bi gorî baweriya min, tiştekî dine: Gelo bingeha “kurdkirina” û “zerdeştîkrina” Êzîdiyan û pêre jî sixtekirina Qewlên Êzîdiyan ji kuderê tê? Gelo sedema wê çiye?



Belê, di lêkolînên gelekî kûr de navekî baş naskirî derket holê. Navekî, yê di nava kurdên nasîonalîst, an jî kurdên miletcî xwediyê qedirê girane. Navê wî kesî: Celadet Alî Bedirxane.



Celadet Alî Bedirxan – Jiyanname bi kurtî



Di pêşî de jibo xwendevanên hêja, yên Celadet Alî Bedirxan nas nakin, meyzak li ser jîyana wî. Celadet Alî Bedirxan di roja 26ê meha Nîsanê 1893 hate dinê. Ew lawê Emîn Alî Bedirxan û torinê Muhemmed Bedirxan (Mîre Botan: Bedirxan Beg) bû. Mala Bedirxana ji eşîra Ezîzan e, yê kû hîn heta sedsala 16an de bi piraniya xwe Êzîdî bûn. Pîrka wi ji aliyê bav Êzîdî bû. Ew wê caxê ji Bedirxan Beg bi zorê ji mala Mîra (Mîrê Êzîdiyan) hatibû revandin û wekî kole bû qurbaniya lîstikên “mêraniya” Bedirxan Beg. Bedirxan gelek carî destdirêjî wê kir û bi zorê bi wêre zewicî. Sedema wî binpêkirina namûsa Êzîdiyan bû. Bî vî awayî bavê Celadet hate dinê.



Di vê mijarê de, cend gotin li ser Bedirxan Beg jî bila kêm nemînin. Bedirxan Beg, yani kalkê Celadet di derdora sala 1832 de bi rêhevalê xwe Mîr Rêwandûz Paşa (Mîrê Kor) kokanîna gelê Êzîdî anî. Wê çaxê wî dor 20.000 Êzîdî qetil û serjê kir. Gelek ji wan wî bi destê xwe kuştin. Di eynî demê de wî (yan Mîrê Kor) Mîrê Êzîdiyan yê wî demî, Mîr Alî Begê mezin jî qetil kir. Di sala 1836 di bin fermandariya Bedirxan Beg zêdetirî 10.000 Xristiyan hatin qetilkirin. Di derdora 1840 de û jê pêve wî gelek fermanên din jî li ser serê Êzîdiyan pêk anîn. Di sala 1847an de Êzîdiyan, piştî wan hevkariya bi Bedirxan Beg û hinek Mîrê din ye Kurda red kirin û pêre di bin fermandariya Mîrê xwe yê wî demî Mîr Hisên Beg, lawê Alî Begê mezin û hevkariya Osmaniyan Bedirxan Beg û rêhevalên wî xistin û were tola hezara qurbaniyên Bedirxan Beg hilandin.[4]



Belê, em dîsa vegerin ser Celadet Alî Bedirxan. Celadet hovîtiya kalkê xwe tu car ne rexne kir, ne jî xwe ji wî dûr kir. Tew wî di gelek kovar û rojnameyan kalkê xwe wekî mêrxas û egîtekî da naskirin. Çêdibe kû ev ew mana ye, ku heta roja îro gelê Kurd vî Hovkarî wekî egîtekî nas dike. Ev jî dikare bibe sedema lêkolîneke bixwe. Lê ev careke din.



Li ser siyasetê Celadet gelekî jîr bû û di gelek rêxistinan de jî bû. Wî bixwe jî gelek rêxistinên siyasî û miletcî ava kirin. Mînaka rêxistina Xoybûn anjî Kürdistan Teali Cemiyeti (krd: Civaka hilandina Kurdistanê). Jê pêve ew nivîskar û xwediyê gelek kovaran bû, wekî ser mînak „Hawar“ û „Ronahî“. Belê ew jî bû yê alfabeya latînî jibona zimanê kurmancî bi kar anî û avakir.



Di çarcoveya kar û xebatên xwe jibona meseleya kurdîtiyê de ew tevlî gelek serhildan û şoreşan bû. Ji ber wê ew gelek car neçar ma, koç bibe. Were jî ew di sala 1922 de hate Almanyayê û li wê derê hiqûqê xwend û bi dawî kir. Bêguman Celadet Alî Bedixan û gelek kesên din jî, ji mala Bedirxana di nava gelê Kurd de wekî mêrxas, egît û arîstokrata tên naskirin. Herwiha ew wekî afirînerê bingeha nasîonalîsma kurdîtiyê jî tên naskirin û pîrozkrin. Celadet di roja 15ê Heziranê di sala 1951 bi emrê 58 salî de, bi qezayekê jiyana xwe ji dest da.



Sixtekirina tekistên pîroz ye Êzîdiyan bi destê Celadet Alî Bedirxan



Di kovara xwe de, ya bi nav „Hawar“, Celadet da zanîn kû pêşiyên êzîdiyan bi xwe zerdeştî bûn, an jî êzîdî bêşek ji zerdeştiya nin. Herwiha wî hewl dida kû zerdeştiyan wekî pêşiyên Kurdan bide nasîn.[5] Li ser vê esasê wî dixwest Êzîdiyan wekî paresvanên çand, hûner û ola kurdîtiyê bide naskirin. Lê di „tekistên pîroz“ ye Êzîdiyan, yên wê çaxê hatibûn nivîsandin û parvekirin, wî tu bingeh ji bo wê bîrûbaweriya xwe nedît. Di vê nuxtê mihûme kû were gotin, ge ew tekistên wê caxê hatibûn nivîsandin, ne bi destê Êzîdiyan hatibûn nivîsandin. Ew tekistên him dûrî rastiya tekîstên pîroz (wekî Qewl, Beyt, Qesîde ûhw.) ye Êzîdiyan yên resen bûn, û him jî bi eslê xwe ne durist bûn.[6] Ew mecbûr bû hinek têkistê Êzîdiyan sixte ava bike, da ku bingehakê ji bo bîrûbaweriyê xwe çêbike.



Ji „Qesîdê Şerfedîn“ ya wekî Qesîdek herî pîroz nava civaka Êzîdiyan de tê naskirin, Celadet jê Sebeqak gelekî mihûm sixte kir û pêre belav û par kir. Qesîda Şerfedîn xwedî mijarek qedir girane û li ser bûyerek dîrokî ya Êzîdiyan tê gotin. Di vê Qesîdê de wî peyva „Êzîdxan“ (wekî Welatê Êzîdiyan tê naskirin) bi peyva „Kurdistan“ guherand. Lê bi rastî peyva „Kurdistan“ di tu Qesîdek, Qewlek an jî Duaek Êzîdiyan de cîh negirtiye û tu car jî nayê gotin. Bi rastî di lêkolînê de hatiye tesbîtkirin, kû Celadet Alî Bedirxan bixwe nivîskarê vê Qesîda sixte bû.



Di sala 1933 de ev Qesîda sixte ya yekemin di pirtûka wî de hatibû çap kirin. Navê wê pirtûke „Nivêjên Êzîdiyan“ bû. Di eynî wê salê de birayê wî Kamûran Alî Bedirxan vê Qesîda sixte di kovara “Hawar” qeliband zimanê fransî.[7] Di sala 1938an de ev Qesîda sixte bi zimanê almanî ji hate qelibandin û parvekirin.[8]



Di şîrovekirina gotar û tekistên Celadet Alî Bedirxan zû tê dîtin, kû ev gotarên wi ne encamên lêkolînan an jî fikrên kûr û giran bûn. Xwendekarekî hêja dikare di xwendina tekistên wî de gelekî zû eşkê propagandayê tesbît dike. Ji sixtekirina Qesîdên Êzîdiyan zêdetir, wî hewl dida kû eşkê ola Êzîdiyatiyê bixwe biguherîne. Di vê nuktê de pêşî mihûme ku were gotin, ge di ola Êzîdiyatiyê tu dijminatiya gelan an jî qehr û gotinên xirab li hember tu kesî qebûl nake û di tu tekistên pîroz de jî cîh negirtine û cîh nagrin. Lê Celadet bi vî eşkên Êzîdiyatiyê jî list. Di tekistekî, yê ku wî wekî tekistekî pîroz ên Êzîdiyan bi nav kir, ew dijminatiya kurdan hemberî ereb û tirkan wekî tiştekî pîroz nîşan dide. Jibo famkirina vê, ev du sebeqe nin, yên bi destên nivîskarê vê lêkolînê ji zimanê fransî hatine qelibandin ser zimanê kurmancî:



“Şerfedîn xerzê gulî (kulî)

Mizgînê bînê Kurdistanê

Bila veken deftera îmanê

Şêşims roja Êzîdiyane

Şerfedîn mîre li dîwanê



Şilîxan biketin Kurdistanê

Wê topan berdin Turkistanê

Textî raketin bibte Kurdistanê

Qeda dikevte mala Erebistanê.”[9]



Şirovekirin



Di nava civakê de Celadet Alî Bedirxan, tevlî babîrê xwe yê xwînxwar, wekî kesekî pêşdeketî tê naskirin. Wekî kesekî yê herdem xêrxwaziya gelê xwe û bi taybetî yê gelê Êzîdî dixwest. Lê ji ber encama lêkolîna jor, ev kesa, ne jibo xêrxwaziya Êzîdiyan dixebitî. Bawerî ewe kû, wî tenê jibo propagandaya nasîonalîsma kurdî, ola Êzîdiyatiyê bi kar anî. Ger were gotin, kû kalkê wî Mîr Bedirxan Beg bi rêya fîsîkî kokbirîna Êzîdiyan pêk anî, di wê demê de jî dive were gotin, ku torinê wî Celadet Alî Bedirxan civaka Êzîdiyan bi rêya pîskolojiyê gelekî xerab kir.



Jibo xatirê nasîonalîsma kurdîtiyê wî ola Êzîdiyan wekî olek zerdeştî da naskirin. Wî tekistên pîroz ye Êzîdiyan sixte kir, tenê jo bo xatirê propagandaya nasîonalîsma xwe. Ev heta roja îro berdewam dike. Mixabin îro Êzîdî di şexsê xwe de bûne du perce: Yek xwe wekî gelê Zerdeşt dibîne, yên din jî vî red dikin. Partî û rêxistînên sîyasî û civakî, wekî PKK û PDK, jî di vê mijarê de rola xwe ya girîng dilîzin: her yek jibo berjewendiyên xwe bi beşekî Êzîdiyan girtine û kaş dikin.





Çavkanî



Allison, Christine: „Unbelievable Slowness of Mind": Yezidi Studies, from Nineteenth to Twenty-first Century”, Journal of Kurdish Studies, 6. Ausgabe, Peeters, 2008, r. 1-23



Allison, Christine: „Representations of Yezidism and Zoroastrianism in the Kurdish newspapers Hawar and Roja Nû“, di: Daēnā to Dîn. Religion, Kultur und Sprache in der iranischen Welt, 2009, Göttingen, r. 183-290.



Demir, Hayrî: „Der blutige Schatten des Bedirxan Beg“, ÊzîdîPress, 2013, http://www.ezidipress.com/PDF/DerblutigeSchattendesBedirxanBeg.pdf (30.12.2013)



Feqîr Hecî, Bedel: „Çawetiya naskirina têkistên rast û dirustên diyaneta Êzdiyan“, di: Şêx Fexrê Adiyan – Fîlosof û xasê ola Êzdiyatiyê“, Dengê Êzîdiyan, Oldenburg 2009, r. 124-153.



Hadank, Karl: „Untersuchungen zum Westkurdischen: Boti und Ezädi“, Hamburg, 1938.



Kreyenbroek, Philip: „Yezidism-Its Background, Observances and Textual Tradition“, New York, 1995.



Guest, John S.: „Survival Among the Kurds: A History of the Yezidis“, New York, 1993.



Omarkhali, Khanna: „Yezidi Religious Oral Poetic Literature: Status, Formal Characteristics, and Genre Analysis. With Some Examples of Yezidi Religious Texts“, Scrinium: Journal of Patrology, Critical Hagiography and Ecclesiastical History, 7+8,



Kovara „Hawar“, hejmara 15, 1933



Dr. Cindî, Xelîl: „Du´a u Dirozên Êzidîyan“, parva 1, 1997, Einbeck.



Îdo, Bavê Şêx: „Berî 20 sala…“, Dengê Êzîdiyan 6+7, Oldenburg, 1997, r. 57-58



„Nivîskarê nenas“: „Êzdaname I – Qewl, Duha, Diroze û Jandilên Êzdiyan“, Wêşane Laliş 2, 2002, Bielefeld.



[1] Îdo 1997: r. 56 û dûmahîk.

[2] Alison 2008: r. 16 û dûmahîk

[3] Ev qewlên kû em bahs dikin evin: „Qewlê Zerdeşt“, „Qewlê Newroz“ û „Qewlê Pîrê Sîba“. Nivîskarê van Qewlên şaş heta roja îro ne hetine naskirin: „Nivîskarê nenas“: 2002: r. 90 u yên dawî, r. 139 û yên dawî, r. 142 û yên dawî.; birêna: Omarkhali 2012: r. 171, Hecî 2009: r. 129 û yên dawî.

[4] Bi dirêjî li ser vê mijara Bedirxan Beg û gunehkariya wî: Demir 2013: r. 8-13

[5] Binêre: Allison 2009: r. 286 û yên dawî.

[6] Li ser afirandina wan tekistên berê wekî „rast“ dihatin dîtin; binêre: Kreyenbroek 1995: r. 10 û dawî; herwiha: Guest 1993: r. 146 - 164

[7] Kovara Hawar 1993, hejmar 15, r. 8 û dawî.

[8] Cindî 1997: r. 21

[9] Cindî 1997: r. 21



09.07.2015 01:49 | hola êzîda