Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hola êzîda

profîla "hola êzîda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hola êzîda] de;

96. tirşikvanê ku ferqa ol û netew dizane, jiberku ne ewqasî jî bê aqile. û herwiha dizane ku gelek car ol netewan dike netew. mixabin gelek mirov fêm nakin. pirsgirêk dîsa jî tune, kî bixwaze lêkolîn bike, zanyarî pêşketiye. herkesekî dikare bixwîne.



25.04.2016 20:05 | hola êzîda

92. eger behsa şeytên dike, gorî têgihiştina wan kesan ên ku ew behsa wan dike, dike; jo bo ew têbigihêjin. yanî ne gorî têgihiştina êzîdiyan ji wan re behsa tawisî melek dike, ji ber ku wê çaxê ji xwe ew tênagehêjin ji ber ku ew naxwazin têbigihêjin.



not û nûkirin: ji ber ku li vira hinekan baş peyamên min baştir têbigihêjin, divê bê gotin: min got "gorî fikrê xwe ew diavêjin ji êzîdiyan re". cûdatî heye navbera "diavêjin ji êzîdiyan re" û "gorî fikrê xwe diavêjin ji êzîdyan re". yanî ne li gorî fikrê êzîdiyan yan kesên din. ew difikirin ku êzîdî şeytanperestin. êzîdî rastî jî şeytanperest bin yan na, ev dîsa pirseke dine.



not û nûkirin nr. 2: eger rastî jî wisa biya ku êzîdî şeytên (silavên hemû şeytanperestan li wî bin) dihebînin, divê dîsa toleransa herkesî li hemberî wan hebe. azadiya dîn û baweriyê ew e ku herkes dikaribe baweriya xwe bi şeytên jî bîne. ez zanim ku demokrasî hîn neketiye ruhê we silmanan, lê dîsa jî li ber xwe bidin. yanî dixwazim bêjim, pirsa ku raste şeytanperestîye yan ne, ne girînge jî.



26.09.2015 16:01 ~16:36 | hola êzîda

88. dixwaze hin nêrîna xwe derbarê tawanbariyên sîmûrg56 yên pir giran bibêje:



em rastî bêjin, kuştina êzîdiyan ji wan hecîyan re normale ji ber ku gorî fikra wan êzîdî seytanperestin, li wira jî kevira diavêjin ji şeytan re. yanî gorî fikra wan, ew diavêjin ji êzîdiyan re. de îcar ji xwe re bifikire. bifikrie yek kevira diavêje ji te û ji nişa ve ew dişimite erdê û serê xwe dişenîne. ez ê hîn rêzdarî li hemberî wan nîşan bidim? ji bo kurdan hêsantire, lê ez êzîdîme, êzîdîme, êzîdîme, ew bimrin jî ez êzîdîme!!!!! hûn bi qurbana şeytên bin, bi taybetî elegez



26.09.2015 13:40 | hola êzîda

87. Derbarê qezaya hecê de ne henekê xwe bi qurbaniyan kir, lê rexneyek kir. Heta îro ji me re dibêjin şeytanperest û diherin li hecê keviran diavêjin ji "şeytanê me", û ji dêlva hecî mesrefa xwe bidin qurbaniyên daeş, û Siûd A. Jî wan cadirên li hecê têra milionan însanan bidin pênaberan, binêrin çi dikin.



25.09.2015 23:07 | hola êzîda

82. nizane çima ewqas kurd ewqas bi hêrs in, yaw. ez bawerim wan ê min bixwara. hola êzîda niha fam dike çima êzîdî wek êzîdî di nav kurdan de nikarin bijîn û tim reviyane.



30.07.2015 13:43 | hola êzîda

78. nivîskarê ku dipirse: wax, çi bi vî shorbevanî hatiye?



18.07.2015 14:26 | hola êzîda

76. niha bûye moderatorê tirşikê. destxweşiya hemû tirşikvana dike. hûn her hebin.



15.07.2015 22:56 | hola êzîda

74. Nivîskarê ku Da'wa modaratoriyê dike. divê yekî êzîdî jî bibe modarator. gelo dê misilman wî bikin modarator?



15.07.2015 00:21 | hola êzîda

73. nivîskarê xwediyê helbesta axa çû.



14.07.2015 23:40 | hola êzîda

72. Nivîskarê ku nifşa bavê wî hemû tirkî zanin. Lê ew li almanya mezin bûn, tirkî nizanin. Lê dibe ku bandorên tirkî li ser zimanê me hebe. Ma ne berî 30-40 sal em jî li wê cihê we ya niha bûn.



14.07.2015 01:06 ~01:15 | hola êzîda

69. (bnr: don't feed the troll)



12.07.2015 21:09 | hola êzîda

67. tenê gotinên elegez derbarê "ha" û "dewar" vegotiye. ew ne gotinên wî bûn.



08.07.2015 22:40 | hola êzîda

63. ê hêdî hêdî entryên dijî formatê sîlmîş bike. sonra em ê bibînin ka moderator çawa konûşmîş dikin.



08.07.2015 13:12 | hola êzîda

59. tu caran olên xelkê reş nake, tenê rexne dike. rexne kirin tiştek e û ji mafekî bêtir wacibek e civakî ye. û reşkirin û heqaret tiştek din e. eger yek entriyek hebe ku reşkirin tê de hebe, ez ê lêborîna xwe bixwazim. lê ez bawerim tune ye.



08.07.2015 01:17 | hola êzîda

57. ji gelekan re silavek taybet şandiye lê kesek xwe aciz nekir, tenê yek bersivên tûj dide û meriv mecbûr dike ku hîn tûjtir lê vegerîne. îcar pirsgirêk li aliyê kê de ye, hûn ji xwe re binirxînin



08.07.2015 01:05 | hola êzîda

55. mafê wî ye jî xwe tenê êzîdî bibîne, eger heftêûheft bavê xwe ve êzîdî be. herwiha mafê wî ye, xwe wek kurd bibîne, eger heft bavê xwe ve êzîdî be. lê ew li ser eslê xwe dimîne û xwe kurd nabîne.



08.07.2015 00:27 | hola êzîda

54. nizane derbarê çi de çavkanî jê tê xwestin.



07.07.2015 22:39 | hola êzîda

51. êzîdî ye. ne erebe ne almane ne kurde ne tirke ne faris ne nizainim çi ye. ji ber vê jî ne bo dêrê re û ne jî bo mizgeftê re dibe. tenê ji qubê re dibe. quba xas û çakên êzîdiyan. ewê dîsa formatê bixwîne ji ber gilî û gazinên tirşikvanan ji wî hene. berxwedan jiyan e.



07.07.2015 01:55 | hola êzîda

47. zane ku ji vî zimanî re herwiha kurmancî jî tê gotin. û ji kurdên bi şeref û namûs hez dike.



23.06.2015 22:48 | hola êzîda

45. ji aliyê derqamij rastî rexneyên bêbingeh tê. behsa nasnameya xelkê dike. bûye wek tirkan, ku behsa nasnameya kesên ne tirk dikin. lo de ji her nasnameyê re rêz bigre, ew jî bila rêz ji nasnameya te re bigrin. û tu sax. rexne mafê her kesî ye, her alî ye. derbarê şeytên, derbarê ayetan, derbarê her tiştî de.



23.06.2015 21:27 | hola êzîda

43. îcar yekî ku pkk diparêze nikare îslamê rexne bike? (bnr: mafê azadiya derbirrînê)



23.06.2015 20:24 | hola êzîda

41. nivîskareke ku tiştek ji bêrîka xwe dernexistiye. eger rast derxitibe, bila tirşikvanên din li gorî formatê mijarê serrast bikin. ev ferhengek înteraktîv e. mijarên "bê mane" û "nelazim" hene di ferhengekê da? civat çi bêje çi nebêje, hola êzîda dimîne tirşikvanek azad. bila pkk di daxuyanîyek fermî di televîziyonê bide û bêje ku ew êzîyên ku îslamê rexne dikin qebûl nakin. wê çaxê gûftûgo wê bi awayekî din berdewam be.



23.06.2015 16:15 | hola êzîda

39. kaşanî, pêlava Duran Kalkan li ser serê te ye. û êzîdî cilsipî ne, tu jî bextreşî. me tenê pirsek kir meriv çawa hesab sîlmîş dike, pirsek normale, lê tu ne normale



22.06.2015 02:03 | hola êzîda

36. xatirê xwe ji we hemiyan dixwaze. ji ber ku karekterê wî û vanê din qet bi hev nakeve. xeydok û dilmayînok û tirşok nahêlin ew rihetî karê xwe bike. hema tiştê herî kêm bila bersiva wî nedin û wi aciz nekin. (bnr: xwedê xeydoka nexeyidîne)



22.06.2015 01:03 | hola êzîda

29. - xwedê (eger hebe) xêra herkesî qebûl bike, bê firqiya dîn û hertişt.

- xwedê (eger hebe) bi hemû şervan êgît mêrxas jinxas şêr û piling re bin. Şehîd taca serê me ne helbet. (gotina şehîd cem êzdya nameşe, ji ber têgehek îslamî ye, em dibêjin cangorî).

- ez zanim kê çi kir û kê çi nekir

- cavkaniyên zanistî gelekin

- kecikên 14 salî di stranên êzdya de jî hene, min tenê swr we negiotiye. eyşika hemed tenê mînakek bû. Di sirat resulalah û hedîs de dibêjin 7 salî bûye. rast nerast kî zane lê ev 1200 sal hedîs bingeha qanûna cihana îslamî ne. hûn reformatorên takekes herin ji misilmanan re bêjin dev ji hedîsan berdin, ji xwe ez êzîdî me.



21.06.2015 23:40 ~23:49 | hola êzîda

26. xwe ji tirşikê vedikişîne

(bnr: rûdaw: li şingalê xwevekişandina taktikî)



21.06.2015 20:03 | hola êzîda

25. rêvebiriya ku fermana vekişandina berî jin zarok kal û pîr dide, bi namûse. Ew kesên wan jin zarok kal û pîr diparastin jî bênamûsin? Dîsa dengê def û zirna Barzanîciyan hat haaa



21.06.2015 19:56 | hola êzîda

23. eger wî tiştek ji bêrîka xwe derxistibe, hingê ew neheqe. ê?



21.06.2015 19:50 | hola êzîda

21. Kêfa wî gelekî ji tirşikê tê. lê mixaben, ew rastî êrîşên tund û tûj tê (bnr: terora psîkolojî) ji aliyê tirşikvanên radîkal tê.



21.06.2015 19:07 | hola êzîda

18. Niha 4şem tv veke tu yê tiştna bibîne.



20.06.2015 23:01 | hola êzîda

16. Armanca wî qet ne trooltîye. Ma ev karê trollaye (bnr: lêkolînvan)? (bnr: ethnocentrism)

hema em Hola Êzîda û mesela kurd/êzîdî deynin alîkî; îcar kesên ne kurd nikarin bibin tirşikvan? Tek milet? Tirşik bûye tek şînkayî? Ji vî mejyê xwe yê hişk û teng derkevin loooo.

Xuyaye gelek tesîra pdk û barzaniyan li hişmendiya tirşikvanan bûye.



20.06.2015 21:59 | hola êzîda

14. tirşikvanekî ku tim di destpêka nivîsa xwe de pênasek datîne, çawa format jê dixwaze. Lê mixabin ew ji aliye misilmanan bi trolltiyê û binpêkirina formatê tê sûcdarkirin.



20.06.2015 15:04 | hola êzîda

10. kê dijminatî kiriye vira?

(bnr: dojeh di ayetên quranê de)



20.06.2015 03:19 | hola êzîda

8. Xuyaye ronahî ji min aciz buye. Eslê wê ji mala adiya ye



20.06.2015 02:22 | hola êzîda

7. Hol Hola Siltan Êzîdê Sore



20.06.2015 01:49 | hola êzîda