Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mele ehmedê nalbendî

profîla "mele ehmedê nalbendî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin] de;

55. ji bo gelên bindest ku ji aliyê serdestan ve zimanên wan bi sedan sal hatî qedexekirin re bûyerek ji rêzê ye.



dewleta tirk nêzikê sadsalan zimanê kurdî qedexe kir û ji nava jiyanê dûr xist. ji ber vê bişaftina dijwar bi taybetî nifşên piştî 80yan ber bi jibîrkirina kurdî ve çûn. lê beramberê tekoşîna rizgariya netewî bi tirkî be jî di nava kurdan de hişyariyek kurdewar çêbû û dewlet bi xwe jî mecbûr ma ku bi kurdî propagandaya xwe bike.



her wiha di nava gelê kurd de jî ev kesên di bin bandora bişaftinê de pir mayîn xwestin vegerin li ser bingeha xwe û dest bi fêrbûna kurdî kirin. lê ji ber ku bişaftin dijwar e kurdiya wan de pirsgirêkên bi vî rengî derdikeve. ango nikarin xwe ji perwerdeya tirkî xulas bikin. bi tirkî perwerde dîtine, bi tirkî pirtûk xwendine, bi tirkî temaşeyê fîlman kirine û hwd. bi vî rengî bi zimanê tirkî di entelektueliyê de gihiştine heya astekî û kurdiya resen baş nizanin, ji ber vê jî pirsgirêk di hevokên wan de derdikevin.



divê em wan şermezar nekin ku hewildana wan bikêmasî be jî pîroz e. heya ku qet neaxivin bila şaş û maş destpê bikin. çawa be dema kesekî kêmasiya wan dît dê ji wan re rastiya ramîna kurdî û îfadekirina kurdî ya wê hevokê ji wan re vebêje.



pêwîst e ew kesên ku şaşiyên wan hatî tespît kirin û diyar kirin jî xwe aciz nekin, dema rastî dîtin ji wê demê pê ve hevoka kurdiya resen bi kar bînin. dîsa em ji bîr nekin kesên kurdî difikirin û xwedî zimanek rast in jî dema şaşiyek bi vî rengî dîtin bi zimanek dostane rastiyê nîşanî wan bidin û hewla wan venemirînin..



14.04.2015 01:02 ~01:18 | mele ehmedê nalbendî