Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [once upon a time in america] de;

8. fîlmeke zehv xweş bû. Sê saet û çil deqe bû lê min ha zanibû ku du seet e. Wisa herikbar bû.
Tê gotin ku fîlm di seriya serî da 6-8 seet bûye. Paşê ji bo cannesê hatiye kurtkirin. Bûye 4 seet filan paşê dîsa kurtkirine nebûye paşê dîsa kirine sê seet çil deqe.
Xazika kurt nekirana min dixast 6 seetên xu jî bidayê.

Di fîlimê da kes ne zehv baş e ne jî zehv xirab e. Her kes bi qencî û bi xirabîyên xwe va ber çehvan in..

Çar jinên zehv bedew di fîlimê da dileyîzin. Taybetî jî hevala noddles a dawiyê (evî) û jinika ku di salona şanoyê da bi mêrikekî ra şa dibû. Herdik hetta tu bêjî xweşik bûn.

Xîncîtirê van tişta, di fîlimê da sehneyên destdirêjkirina bi zorê ya li hemberî jinan tê da hene...



07.05.2021 20:24 | bûtîmar