Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sermaya serhedê] de;

8. li bajarên din havîn hat lê li me hê bihar nehatîye.
Sîpan hê sipî ye, belekiyên berfê hê jî nehelîne û ez hê jî du pijama û du cot goreyan li ser hev da xu dikim û orxan û betanî bes e evqas giranî !



07.05.2020 01:14 | bûtîmar

6. Wextê ku em zar bûn, ji me ra digotin Rûsan berf helandine û bi vî awayî berbirê (hemberî) xudê hatine, lewma jî xwedê ewna recm kirine û ev belaya berfê daye wana, êja berê jê li ven deran jî Rûs hebûne, ev der bin destên rûsa da bûne, lewma ven der ewqas sar in û bi berf in. *

(bnr: zivistana moskovayê)



01.12.2018 02:47 | bûtîmar

4. sala par, berfa ewilîn di dîroka 01.11.2016 da barî.
berfa dawiyê jî di dîroka 10.04.2017 da barî.

yanî tam qilî qilî 5 meh û 9 rojan berfa giran li erdê ma. navbera van 5 meh û 9 rojan de timî berf dibarî. Heta pêşiya deriyê me bile (mala me navendan navçeyê ye) 2 metro berf barîbû.
Ez bi fîşalî nabêjim, me li ser hev da du qoçix li xwe dikir, em dîsa jî dicemidîn. Ez pirî cemidîbûm, navmila min carekî xam bibû, carekî jî hindik mabû cî derketibû.
saleke zef sar bû. Êdî kûçik dicemidîn ha.
mê -38 dît.
qehra me ya sala par, 5 meh û 9 rojan va jî xelas nebûbû.
Piştî berfa dawiyê, hê jî dewam kiribû.

Lê sala îsal!
me çavên zivistanê nedît.
du sê caran tenê tozikeke berf barî, ewna jî ara du sê rojan da heliyan çûn.
hewa siv (timî) germ bû.
me herî zêde -20 dît. Ew jî du sê rojan.
Niha jî bihar e xaş bihar e.
Dewran dewrana gul û sosin û çîçekan e.
hewa hênik e, carna şilî dibare, lê çiyayê Sîpanê kinca bûkaniyê hê li xwe nexistiye; lap spî ye heta nêzikê gundên zikê xwe.

behra Wanê zelal e, ava wê weke kêrê sar e hê.
îsal Serhad xweş e. Vê bihara nerm î nazik de pêşniyar dikim werin bigerin.



04.04.2018 11:33 | bûtîmar