Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [masîyên şor] de;

6. di çanda rûsan da jî ev xwarina heye.
ez di romaneke rûsan da rast pê hatim.
romana gogol a canên mirî da behs dike.



21.09.2017 00:24 | bûtîmar

1. ku hêdî hêdî dengê pê payîzê tê, dayîkên me destpêka zivistanê dikin.

pincaran li ber tavê pûç dikin, tirşînê hildidin bi kupan, toraqê dikine keşk, wanê ku debar xayî dikin jî gomê û tewlê dibirin sergînan çê dikin û hwd..

ji wan karan da yê xwarinê yek jî masîyên şor e.

masîyên gola wanê da dertên; em dibêjin (bnr: masîyên erdîşê) bi tirkî : inci kefali

wan masîyan tînin dişun, paqîj dikin û rêzeki (cêrgeyekî) masî di kupan da rêz dikin û xwê dikin. dîsa cêrgeyek masî û dîsa xwê...



heta zivistanê ew masî bi xwê da disekine. vê avayî piçikekÎ hindirê xwe va dipije jî.

ku zehv şor bibe çend saet ewil derdixî û dixî nava avê, hinekÎ xwêya xwe dide.

piçike rûn valayê binê tawê dikî û masîyan lê radixî. navbera 5 deqeyan da amade dibe.

bi tendûrê da jî tehma wî zehv xweş dibe. bi nanê tendûrê û (bnr: hevrîşk) ê û bi pîvazê va jî tê xwarin; tehma wî zehv zehv xweş e .



24.04.2016 16:30 | bûtîmar