Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jiyan] de;

20. Pir xerîb e, zehv bi êş e lê zor xweş e jî..
carinan bi keşmekêş e, bi hêsîr e ji dil dirije
carinan xweşî û şayî û bi coşî ye li ser ewrên esman e dipije..
hezar kul û derd tê da hene lê
hezar asêgeh hezar hezar dergeh lê hene.

her darek her çivîkek her beşerek bi xweliya xwe va dihewe li ser koka xwe şax dide dibe kokşaxî belav dibe.

him jî firaqetîya piştî tengasiyê ye.
carinan gumgumokek e li ser çeqilê darekî reng degiş dike.

him bextewariya di dilekî germ de ye him jî cehnema di dilekî sar da ye.

Carinan tu li kalî bajoyî li walî ye
Carna jî ew te nav girtîgehên asê da dajo dajo heftê heft ecdadê te li dûwelan digerîne.

Paşê dibe vîrûsekî dikeve gewriya her kesî.
derbas dibe diçe gellekan bi xwe ra dibe.

ew jinik îro ya te ye sibê ya yekî din
ew mêrik îro stûna mala te ye sibê bejinşirînê yeke din.
ev muzîk îro kêfê dide te sibê xemgînîyê.
dilek îro ji te ra buhişt e sibê dojeh.

heta tu ji xwe dihesî wext dibe dujminê te.
tu jî xilas dibî diçî.

jêrenivîs
Kalî : li kû alîyî
Walî : li wî alîyî

(bnr: devoka serhedê)



13.04.2020 01:05 ~01:23 | bûtîmar