2. li ba me : sekerat.
ew demên dawîyê yê pêşîya mirinê ne.
ji bo hineka çend saet dikşîne, bo hineka jî çend roja berdewam dike.
lê dawîyê da mirin e.
ya hineka rihet e ya hineka zehv dijwar e (bi xuyanîya wan e derva)
ya dinê kes nizane rihê wana çi dikşîne.. Û belkî jî nakşîne..
ez meraq dikim gelo rewşeke çawa ye.
tehma mirinê ye? tel e? tûj e? giranîya mirinê ye?
yan heqekî axaftin, wasîyet û çend gotinên dawîyê ye?
gelo jiyana meriv eynî fîlmekî çawa li ber çavên meriv ra derbas dibe?
kirinên meriva, poşmanî, hêrs, tiştên ku meriv kirine; yên baş û yên nebaş..
piranî jî bawerim tiştên nebaş Û poşmanî têne li ber çavên meriv..
gelo her kes dikeve sekeratê? mirina hineka nişkava dibe..
(bnr: dîsa di hişê min de pirsên ecêb)..
|