Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lalûte

profîla "lalûte "


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nok çûne bajêr bûne leblebî] de;

3. Îjar ez ji begê xwe re bi kurt û kurmancî û tew pûxteyê jî bi ser de bifeslînim... û meseleya dims û pekmezê biedilînim :Apê Sebrî û jina xwe diçin bajêr da ku dimsa xwe bifroşin. Wexta tên bajêr û li bazarê metereyên xwe li kozika xwe yî finans kapîtalê ( ya ku hîn marks wê keşf nekiriye û engels fabrîkaya wê venekiriye) datînin. Apê Sebrî bang dike "werin dimsêêê... " esnafê çend gav ji wî wirdetir jî dide ber ew jî bang dike "pekmeze geĺlll... ". Jina Apê Sebrî birçiye û li mêrê xwe vedigere û dibêje "Sebrîko bi meznaya Xwedê ji nêza ez mirim. Hema bi xêra xwe ka tasek dims bi tasek pekmezê bide qene em ji xwe re bixwin. " Li Kurdistanê li vê bazarê jina Apê Sebrî cara ewilîn têgeha "trampa"yê bexşî lîteratora îktisadê dike. Bi vê têgehê formul û moseleya "laissez faire -laissez passer" pûç dibe, li şûna wê "Sebriyê Hezê dims da bi pekmezê" di lîteratora îktisadê de cihê xwe digire û marks ji kêfa dimire.. Lewra bi salan por û rî li xwe spî kir, zar û zêçên wî ji nêza mirin, konsensusa ku dixwest pêk nedianî. Bu saya Apê Sebrî diyalekta wî cihê xwe dît.. Bi slogana bijî sosyalizma dimsê çavên xwe girt...



25.03.2015 12:21 ~12:24 | lalûte

2. Û "noka nede ber birçiya, berfê nede ber tiya"



25.03.2015 11:56 | lalûte