19. dostoyevskî mîna hin nivîskarên din yên dema xwe berhemên xwe ne di xweşiyê de dinivîsîne, ew berhemên xwe li mişextîyê, di feqîrî, perîşanî û belengaziyê de nivîsandine. ew mirovekî nexweş, bi êş û azar bû. ji ber vê yekê ye ku cîhana dostoyevskî tije mirovên nexweş û reben in... ew jî carna yek ji wan e, carna jî psîkoanalîtîkek e, dadikeve kûraniya rûhiyeta wan, cîhana wan ya zaroktiyê tev dide, li sedemên derd û problemên wan digere. çavkaniya dostoyevskî mirovatî ye. loma wî heta niha navê xwe parastiye, pirtûkên wî heta niha aktuel in, navê wî gerdûnî ye. |
|
19.03.2015 19:12 |
remlavêj
|