Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [youtube] de;

22. ji hedê xwe zêde mezin û berfireh bûye.

mirov naxwaze tim û tim hewcedarê wê malperê be. alerjîyek bi min çêdibe bi wan tiştên zêde mezin û zêde bihêz. mîna mîgros (market), cocacola (vexwirek), markaya xwarinan, kanalên dewletê, dewlet bixwe û hwd. ji kontrolê derdikevin. qûna wan radibe. cih nahêlin ji bo yên din. dibin tehdîd û metirsî bo aboriyê û bo jiyana sivîl.

ez pirî caran bo xatira vîdyoyên bi kurdî diçim serdana youtubeê. loma naxwazim ad blocker bikar bînim. ma kanalên kurdan jî gezek nan nexwin? naxwazim pere bidim YouTubeê bê reklam bikirim ji ber ku naxwazim wê mezintir bikim. lînka muzîkan pêwist be, bo parvekirinê, li şûna YouTubeê, êdî diçim ser spotifyê. ya rast şpoty jî pêl bi pêl qelew dibe. her çi be, van rojan ji youtubeê çêtir dibînim.



24.07.2022 15:17 | mirovekirind