Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aynur doğan] de;

18. navdar e û hew.

li ber kamerayê karîzmaya wê piçekî jî tuneye. ji klîpên wê yên heya niha min dîtîye, min tişt jê fam nekirîye. yek klîpê wê yê xweş jî tuneye ku mirov bibêje ka ez car din temaşe bikim ji xwe ra.

ewqas navdar e. welat bi welat digere, tu dê bêjî qey muzîkeka pir payebilind çêdike. na. xwe xistîye nav muzîkjenên navnetewî û mirov dibê qey tiştekî nû, tiştekî xweş pêk tîne, rê li ber muzîka kurdî vedike. rêberî dike filan... lê na. stranên wê hemû nebe jî, bi derketina albûmên wê yên nû, guh didim albûmê, naecibînim. gelo ew bixwe dizane ew çi dike, haya wê ji xwe heye gelo?

navdarbûna wê nîmeta xwedê ye. hin kes ji bo xêra zimanê kurdîyê jê hez dikin, hin kes ji bo xêra elewîtîyê jê hez dikin. hin kes jî jê hez dikin ji bo ku aynûr bûye stranbêjeka kurd ya noncriminal ango em bibêjin ji siyasetê dûr e û di televizyonê tirkan da cih digire loma. xelk bi hesret li benda çanda xwe ya noncriminalê maye. ev warê asayî ji bo kurdên bakurî pir piçûk e. gava dibînin, xelk xwe pê ve dizeliqînin.

piçûk nabînim. ji ber ku hêvîyê min pê heye (heya niha hebû, hema bêje nema), her car hewl didim ku stran û karên wê yên nû guhdar bikim, lê na, tiştekî resen di muzîka wê da nabînim. dengê wê û strana ehmedo pir li hev tên. ehmedo, keça kurdan, darhêjîrokê, belê, xweş in. bi coş in. ka wekî din çi heye?

dixwazim bibêjim tije stranên wê hene, ji tiştekî ra nabin. karên wê yên xweş pir hindik in. panzdeh sal e dengê xwe pêş ve nexistîye. dengê aynûr û stranên ku dibêje bi hevdu nakin.

û herweha bi instagrama wê jî, ne zimanê kurdî bi têra xwe tê da heye, ne jî parvekirinên wê bi min xweş tên. hema di binê postên wê da emoji, maçîkirin, xweşgotinan, ji sedî 10 jî kurdî tê da dibêm qey tuneye. qey ew jî xwe bi wan heyranên xwe yên bêhiş dixapîne.

tiştekî ku pir baş kirîye jî ew e, di belgefîlma crossing the bridgeê da dipirsin

— tu kîjan cûreyên muzîkê guhdar dikî?
+ tenê dengbêjan guhdar dikim.
— wekî din?
+ bi tenê dengbêjan guhdar dikim.

bi îhtimaleka mezin rastîya vê yekê tune. dîsa jî pir xweş dibêje. balî dikişîne ser çanda kurdan. helal be!



25.01.2020 14:10 ~14:18 | mirovekirind