Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bûka lekî] de;

2. lîstikeke pir xweş û komîk e. danasîna wê ya di bernameya festîvalê de gotibûn dram. lê hem dram û hem jî têra xwe komîk derket. ew yek ji min re bû surprîz. ne ku bi tevahî komedî ye lê car dibe mirov ji dil dikene. ew jî besê min bû. niza'm çima, min texmîn nedikir ewqas baş bilîzin û ewqas birêkûpêk be hertişt. welle ez bi her yek ji van lîstikvanan serbilind bûm. ew lîstik careke din were, mirov dikare careke din pereyê xwe bide û temaşe bike.

"mehmûd guzel"a ku di rêzefîlma migooê de dilîst, ew jî hebû di nav lîstikvanan de. û jixwe bi tevahî lîstikeke sê kesan e. na na, ne sê, sê û nîv. * ji her yek û nîv hêvîdar im wê bibin lîstikvanên navdar û nirxbilind. qet nebe salê du car şanoya kurdî ji her kesî re şert e.



08.01.2023 23:53 | mirovekirind

1. Navê lîstikeke şanoyê ye. Îro di saete 20.00’an de li Îzmîrê ye. Niha li paldanka xwe rûniştî me. 5 deqe ma lîstikê.



09.12.2022 19:56 | mirovekirind