Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [talês] de;

2. fîlozofê ku ne ew û ne jî yewnanên din ewqas stêrnasî xwebixwe nedizanî. matematîk û stêrnasî (û dibêm qey gelek zanistên din jî) tev ji misira kevn û babîlîyan fêr bûne.

ji teoriya wî ya avê wêdetir, karên wî yên teorîk pir nîn e. (bnr: talês û teoriye wî ya avê)

dirêjahiya pîramîdan hesab kiriye (qey çûye misirê). mezinahiya roj û heyvê hesab kiriye. rojên demsalan hesab kiriye û gotiye yek sal ji 365 rojan pêk tê. rojgirtina sala 585an hesab kiriye (bnr: rojgirtina dîrokî a 28ê gulanê 585an bz)



18.12.2022 00:35 | mirovekirind

1. feylesofekî ji bajarê mîletosê (miletus) a yewnanistana kevn e. berî zayînê di sedsala 7 û 6an de jiyaye. bîrkar (matematîsyen), stêrnas û fizîkvan e.

Dibêjin Talês ewqas dirêj li stêrkan dinêrî der dora xwe ji bîr dikir. carek ji caran bîra hewşê di tariya şevê de nabîne û dikeve bîrê. wekî tê gotin, Cenabê Mîr celadet alî bedirxanê nemir jî di dawiya emrê xwe de dikevê bîrekê, birîndar dibe û dû re diçe rehma xwedê. Lê talês bi ketina bîrê nemiriye.

Here lînkê



20.08.2022 13:43 | mirovekirind