Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bûyerên ku dilê tirşikvanan herî zêde xemgîn kiriye] de;

3. kurdên haya wan ji qûna xwe nîn e, radibin di civata xwe de kurdî qedexe dikin ji bo yekê nekurd, piranî ji bo hevjîna/hezkiriya xwe, xemgîniyeke nedîtî bi min peyda dike.

ew kesên bişaftî ewqas ji xwe bawer in, heyfa min bi wan tê. ehmaqê herî mezin li ser dinyayê ne lê haya wan ji xwe nîn e. bi qur'an û bi xwedê heyfa min bi wan tê. rip û rezîl in.

ew hişkbûna wan ji ya dewleta tirkiyeyê derbas bûye. ji nijadperestên tirkiyeyê wêdetir, astenga herî mezin li ber me û zimanê me ew in, kurdên bişaftî. dikim wan bikujim, lê qaîdeyên min ên kurdayetî dikevin bîra min: lazim e kurd bi hevûdin re pevneçin, zirar nedin hevdu. ji ber vê yekê rêyeke din ji me re lazim e, hevalno.



04.05.2022 20:00 ~20:06 | mirovekirind