Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dersa îngilîzî bo nivîskarên tirşikê] de;

13. dersa ku me gotibû "em heftê carek dersek daînin baş e". heya niha nebû pêkan ku her hefte bibe dersek. di dema borî de, carinan min nekarî ders daînim, carinan fêrber roj û saeta dersê erê nekirin. axir, heya niha me 4 ders danîye, ez ne şaş bim. fêrber bixîret in. ez ji wan razî me. xwedê hez bike, em dê dersa xwe bidomînin.

ders li ser zoomê dimeşe. dersa me ji sedî heftê û pênc (%75) bi axaftinan (speaking) re derbas dibe. hema hema bibêje em qet berê xwe nadin rêzimanê. bo her dersê ez mijarek hildibijêrim. wêneyeke bi vê mijarê re têkildar dibînim. dema dersê, bi rêya taybetiya screenshare a sepana zoomê em hemû li wê wêneyê dinêrin û li ser diaxivin.

dersa me ya heftane her çiqas bi axaftinan re derbas be jî, bingeha teknîka me ya fêrbûna zimanan ku ez dixwazim bixebitînim, ji xwendinê (reading) pêk tê. dersa me ya axaftinê ya heftane, zêdetir wek motîvasyon û temamkirina xwendinê ye.

bo xwendinê, fêrber her yek ji xwe re pirtûkek dixwînin. lê belê ne pirtûkên ku bo fêrberan hatine amadekirin, na, rasterast romaneke otantîk bi îngilîzî hatiye nivîsîn hildibijêrin û dixwînin (an jî wergereke guncav). a girîng, divê ev roman bi zimanekî basît hatibe nivîsîn. hin romanên ji wêjeya zarokan an ji wêjeya xortan hene, bo xwendinê gelek guncav in. rojê yek rûpel bixwînin besê wan e. ya rast, nîv rûpel jî qîm dike, bes fêrber ji romana xwe, ji çalakiya xwendinê dûr nekeve.

heke ziman û hevoksaziya romanê basît be, ez xwebixwe, bi rêya xwendina romanan dikarim zimana îzlandî jî hîn bibim, ne xem e, bes divê mirov ji wê zimanê hez bike. asta zimanzaniya te kêm be jî tu dikarî romanan bixwînî. hûrgilîyên vê yekê me di dersê de qal kiriye.

li aliyê din, me biryar da em karê nivîsînê (writing) jî bimeşînin. fêrber tiştinan dinivîsin, ez serrast dikim. fêrber çav li nivîsa xwe ya serrastbûyî digerînin û pasaja xwe ji nû ve ava dikin û nivîsa xwe ya serrastbûyî li driveê tomar dikin. nivîsên kemilî ên fêrberan, yek bi yek, bi vî awayî ew dê bibin arşîvek wek nivîsên wan ên li tirşikê (bêguman bi îngilîzî). em di navbera xwe de bo parvekirina nivîs, pirtûk û gelek materyalên dersê, Drivea googleê bi kar tînin. zoom û drive belaş in. dersa me jî hema wisa.



05.06.2021 22:28 ~2021.06.06 00:34 | mirovekirind

12. ji bo pêkanîna derseke weha, dema zengil lê xist divê fêrber di fêrgehê de bicih bin *



23.04.2021 18:07 | mirovekirind

8. fikreke baş e. lidarxistina wê li ser peyaman dimeşe.



14.04.2021 17:26 | mirovekirind

6. çar fêrber ên zîrek bes e û ji serê min jî zêde ye bo derseke rêkûpêk û bikêf * spas bo eleqedarîya we!

tîrêj, xwelîser, pîroz û xabûrî. em ê hewl bidin bo destpêkirinê.

bo 4 namzetên hêja, dêvla azmûnan, ez dê mamikek li vir deînim.

mamik: "sê fêrber, hat ber hev, li peyam binêr, ji kêfan bifir'!" ev çi ye? * li peyaman binêrin fêrberno!



03.04.2021 20:43 | mirovekirind

1. hêviya min a lidarxistina dersa îngilîzî ye bo nivîskarên tirşikê yên jêhatî û xwedî xîret. bi demeke dirêj e ez lê difikirim lê dibe an nabe, nizanim.

mebest ji vê hewla min ew e ku nivîskarên jêhatî, nemaze yên xort, bikaribin bi mirovên hemû dinyayê re bi nivîskî û devkî têkilî daînin. û xwe bigihînên çavkaniyên lîteratûra bêsînor yên cihanê. bikaribin bixwînin, çi rojname, çi malperên torê, çi pirtûkên authentic.

bi zimanek fêrbûn ne bi mehek e, ne jî bi salek e. rê dirêj e. mirov gav bi gav xwe pêş ve dixe heya bigihe armanca xwe. ez dibêm heye ku yên meraqdar li vir jî bi çend gavan xwe pêş ve bixin bi xêra min û zimanzanên din ên di navbera me de. ez bawer im kurmancînûsên xort ên îro ku hejmarên wan gelek kêm e, di pêşerojê de dê her yek bibin takekeseke hêja. bi zimanê îngilîzî ku zimanekî xurt û berbelav e, dê rê li ber wan vebe û ji aliyê gelek tiştan ve ew dê xwe bigihînin asteke bilind.

çend şertên dersê hene.
- fêrber divê bijarte bin: jîr û jêhatî bin da ku sebra min were û ez jî kêf ji vê karê bistînim û ders berdewam be. wekî din ne em wextê hevdu bigirin û ne jî bîlasebeb em xwe bibetilînin.
- fêrber divê dersan dubare bikin da ku zûtirîn wext bielimin. ji bilî roja dersê divê li rojien din jî fêrber li ser zimanî hûr bin.
- berî her tiştî divê wextê fêrberan hebe da ku heftê carek em bi rehetî bikaribin dersek li dar xin.
- hejmara fêrberan bi pêkanîna fêrgehê ve girêdayî ye. belkî 2 an 3 fêrber û perwerdekarek. an jî li gorî lidarxistina fêrgeheke din ku ez lê difikirim, sê an çar fêrber û du an jî sê kesên perwerdekar (kesên ku bêhtir dizanin).

ji kerema xwe fikrên xwe bilêv kin, û tiştên li jor binirxînin. bila herkes pêkanîna vê yekê bibîne.



27.03.2021 00:38 | mirovekirind