Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sezen aksu] de;

6. afirînereke mezin jê nabe lê dizeke mezin e. berhevkar e. nikare bibe star. ew jî terqan jî ne xwedî karîzmayê ne û ne jî hunermendiya wan qîm dike. jixwe terqan kir nekir di warê navneteweyî ê muzîkê de cih negirt. sezen a., dibêm qey orîjînal deh stranên wê jî tuneye. fişal nakim. min gelek gelek stranên wê tespît kiriye ji ku derê wergirtiye/dizî kirîye. ne hêjayî wexta min e ku rabin lîsteyek derxim û raxim ber çavan.

strana wê ya "sari odalar" di sala 2000an de derketibû

perkusyon ji strana frozên (1998) a madonna kopye kiriye.

yeke din: strana Daft Punk feat Pharrell "lose yourself to dance" di sala 2013an de derketibû.

Jinik çû "ihanetten geri kalan" çêkir, 2017an, gîtar û rîtm jê kopye kir.

di xortaniyê de jî vî karî kiriye. strana "yasanmamis yillar"

operayeke îtalyanî hebû, niha navê wê der naxim, muzîk ji vê operayê girtiye. li aliyekî eyn wek ajda pekkan e. ehlaqa talankirin û dizîkirin hema bibêja bi hemûyan re heye. erkin Koray straneke erebî ya ku samira tawfik digot dizî kiriye û navê "şaşkin" lê kiriye. vîdyoya Samir t.

erkin k. çend sal berê yekî da dadgehê, got ji strana min dizî kiriye. strana te? de were xwe kêr neke * gotinek hebû digot diz bûye xwedîyê malê... niza'm çi. min got samira tawfik, ket bîra min, tirkan şoray kopyaya samira tawfik e. min got diz, dîsa ket bîra min, baris manço jî straneke wî hebû "donence" pêşiya vê stranê jî ji strana bob marleyî ye, wait in vain. nikarim li dû van ehmaqan bikevim. bes.

niha pir eşkere dibînim, stran, cil, xwarin, hema tu çi bibêjî ji der doran dizî kirine, navê tirk lê kirine. tirkiye çi ye, ji înkarkirin wêdetir rêxek jî nine. çanda împaratoriyan ew e: ji der û dor bigire û bîne, bike malê xwe.



03.04.2021 17:32 ~20:17 | mirovekirind