Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mubi] de;

2. platforma sînemayê ye. derhênerên qure, fîlmên ku xelet ji festîvalan wergirtine û çîrokên biyanî/nû ji her çar aliyên cihanê di nav malpera "https://mubi.com"ê de li benda we ne. bo mehek an du mehan a pêşî belaş e. wekî din be, bi pere ye.

beriya vê pandemiya quzilqurtane ji xwe re diçûm salonan bo fîlmên teze ji festîvalan hatine. mehê carek diçûm salonan. Bi tenê diçûm û roja ku diçûmê, serê min rehet dibû: bi tenê ez û fîlm, tenêtî: derbasî kafeyekê dibûm, qehwe, kêk, dîsa tenêtî, û aramî. serê’m ji geremola mirovan dûr, hebkî diarimîm. hebkî bêhna’m vedibû.

jiyan bi îzmîriyan re li îzmîrê rêxane didome. çend cihên sanctuary min ji xwe re dîtiye. ji vir diçûm wir, ji wir jî derbasî yekê din dibûm. wekî din derdên vî bajarî nahê kişandin. Îro jî wisa ye. werhasil pandemî salonên rengîn ji min stend. dû re, haya min ji mubiyê çêbû. Li mubi’yê Rastî derhênerên baş hatim û fîlmên hin welatên din ku sînemayê wan ne navdar e, min wan li wir nas kir.



02.12.2021 23:32 ~2021.12.21 22:33 | mirovekirind