Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên ku fêhm dikin lê nikarin biaxivin] de;

6. tişteke ecêb e. mirov ji zimanekî fêhm bike û nikaribe bi vî zimanî biaxive, ji vê diyardeyê re dibêjin receptive multilingualism. ev yek multilingualismeke pasîf e. a aktîf jî heye. wê yekê re jî dibêjin productive multilingualism

receptive multilingualism li hemû dinyayê tê dîtin. li ba kurdan, taybetî li bakur, bi mîlyonan kurd jê aciz in. rojeva me ya dehan salên dawî ye. ev halê kurdan ji ber zilm û zordariya îdeolojiya pûç a tirkiyeyê ye. ez pir li ber vê rewşa kirêt a bişaftinê dikevim. bi min wek nexweşiyek tê.

di zaroktiya xwe de ez jî bi receptive multilingualismê ketibûm. yanî ez pirzimanekî pasîf bûm. axaftina min a bi kurdî qels bû. ez dibêm ji ber vê rewşê, kesayet û derûniya min jî qels bû. de were bêje min çi derd û nexweşiyên derûnî ji vê halê kişandiye. divê mirov ji yekî zana bipirse. (bnr: jan ilhan kizilhan)

piştî demekê xwebixwe min biryara xwe da, min got ji min re zimanekî din, yekî xweş lazim e, ew ziman jî kurdiya kurmancî ye. heya ez hatim ser vê fikrê, zimanek nemabû min berê xwe bidaya: îngilîzî, zimanî osmanî, latînî, spanî, almanî, û hwd. îro deh salan zêdetir e ez ji aliyê pirzimaniyê de aktîf im. (bnr: productive multilingualism)



08.01.2023 16:32 | mirovekirind