Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara kubar] de;

14. kovara modeyê ye. wekî e-kovar derdikeve. dibêm qey hîna jî nahê çapkirin.

min hejmara 1'em xwendibû. derbarê hejmara yekem da, di hişê min da ecemîtî û kêmasîyên wê maye. dîsa jî pê ra kêfxweş bibûm ji ber ku li bakurê kovara 1'em ya modeyê bû.

hejmara wê ya 2'yem min îşev xwend. ez pê kêfxweş bûm. li alîyekî qehwe bi qeymaxa şîr yê malê, li alîyekî çiqolatên almanan (bnr: ritter sport). bi kurt û kurmancî min kêf kir. mirov dikare qîma xwe pê bîne. êdî ez meraqdara hejmarên wê yên nû me. ez dê naverokên wê yên pêşerojê bişopînim.

çend peyv min çav lê ket, tîpên wan kêm hatibû nivîsandin. wekî mînak, nivîsîna navê kovarê wekî "Kbar" hatiye nivîsandin (hejmar 2, r 34).



16.11.2020 23:39 | mirovekirind