Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roj agir] de;

1. nivîskarek e. bi xwendina kovara jehrê (hejmar 5 - 2015) ya hêja, rastî çîroka wî/wê ya bi navê "şoreşgera biçûk" hatime. min vê çîroka nedirêj xwend û pê ez kêfxweş bûm.

û di vê hejmara kovarê da çîrokeka din jî heye: "pisîka li ber baranê", ya nivîskarê mezin yê dyayê, ernest hemingway. Ev çîrok, ji alîyê brahîm ronîzerê ve hatîye wergerandin li zimanê me û di vê hejmara kovarê da cih girtiye. bi ya min van herdu çîrok, şoreşgera biçûk û pisîka li ber baranê li gor giranbihayî û çîroknivîsî nêzikî hev in.

bêguman, xwedîyê çîroka "pisîka li ber baranê" (ernest hemingway) dizgîna xwe qetandîye û bûye nivîskarekî mezin. li alîyê din, xwedîyê çîroka "şoreşgera biçûk" (roj agir) hîna ter û taze ye. ku fersend hebe, dê ev jî bibe nivîskareka/î mezin.

bêguman tenê bi çîrokek diyar nabe lê xuyaye ku roj agir çîroknûseka/î bi huner e. van herdu çîrok di kovarekê da baş li hev hatine.



18.03.2019 00:36 ~2019.08.13 19:32 | mirovekirind