Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst] de;

6. xêra wan li kurdan çêbûye di warên çand û zimanê de. ne tenê radyoya êrîvanê, wekî din karên basil nikitinî û karên aleksander jabayî ku koleksiyoneke hêja a kurdolojiyê tomar kiribû jî hene. ew tev ji ber îdeolojî û felsefeya ykss'yê çêbûne, ne bi qaçaxî an bi tesadifî.

di sala 1922ê de, li êrîvanê, alfabeyeke kurdî a ji tîpên ermenî hatibû avakirin. dû re kurdî bi tîpên latînî û dawiyê jî bi tîpên kirîlî hatiye nivîsîn (1945). (bnr: alfabeya kurdî ya kirîlî)

ji hilweşîna ykss û vir ve di nav weşanan de bi gelemperî tîpên latînî bi kar anîne. di salên 1920an de dibistan li herkesan ferz kirin û loma di salên 1930an de piraniya êzîdî ku xwendina wan a bi nivîsên dînî tunebû (nexwenda bûn), ji xwe re bûn xwenda. ber bi dawiya salên 1920an, di nav yekitiya sovyetê de bi tevahî ji çil heb zêdetir dibistanên kurdî hebûn ku pirên wan li ermenîstanê bicih bûn. bo perwerdekirina mamosteyên kurdî dibistaneke taybet hat avakirin di sala 1931ê de li êrîvanê da ku xwendewariya kurdî a sovyetê belav bibe."

(bnr: the cambridge history of the kurds)



29.01.2023 04:35 | mirovekirind

2. Hema bibêje yekîtîya sovyetê, an jî yekîtîya sovyetan. herweha bi kurtasî (bnr: ykss)



19.12.2019 00:31 ~2020.01.21 16:56 | mirovekirind