Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ronesans] de;

3. vejîn. yanî, ji nû ve jiyan lê peyda bûn. Ê yanî çi?

jiyana/şaristana li yewnanîya kevn a ku berî zayinê ava bûbû, piştî hema bibêje hezar salan li Ewropayê ji nû ve çêbû (li sedsala 13an). Ronesans di nav Ewropayê de herî zêde li îtalyayê rû da. xelkên li îtalyayê xwedî li dîroka wan deveran derketin. yewnanên kevnar (b.z.) çem û çem çûbûn. hema bêje hezar sal ser de çûbû. têkiliya nifşên nû yên li wan deveran dijîn tev ji dîrokê qut bûbûn. dîrok hatibû jibîrkirin. ew felsefe, avahîsazî, zanist, hunerên peykersazî, filansazî û bêvansazî û ew hunerên xwedê ji tev razî, arîsto û platon tev hatibûn jibîrkirin heya sedsala 13an.

ji bilî werger/berhemên erebî yên wê demê, kesên karibin derbarê fîlozofên kevnar de tiştek bibêjin an binivîsin nebûn an jî pir kêm bûn. Wê demê, berevajî îroyê, şaristan li rojhilatê bû. eserên kevnar ên yewnanîyan ku bi zimanê yewnanî hatibûne nivîsîn, bo zimanê erebî hatibûn wergerandin. Ereb û gelên din ên rojhilatê ji xêra berhemên yewnanîyan gelek pêş ve çûbûn. îcar xelkên ewropa ya wê demê jî, wergerên bi erebî werdigerandin bo latînî. Bi vî awayî ew jî ji berhemên yewnanîyan agahdar dibûn.

Li sedsala 14ê li îtalyayê, bi taybetî li florensayê, li ser peykersaziya kevnar dixebitin. peykerên heyî û yên şikyayî nû dikin. Wekî din ji nû ve peykeran çêdikin. Avahî û wêneyan çêdikin, çil cure zineat û huner li florensayê geş dibe. danûstandin geş dibe. hevrîşim û heriyên herî baş bi wan re ye. benedetto dei li pirtûka xwe ya di sala 1472ê de dibêje "nan û goşt, şerab û zeyt, sebze û penîr, ka û texteyên herî baş bi me re ye, ne li venedîkê û ne jî li bajarên wek parîs, london."

bi taybetî di dema rêveberiya malbata mediciyan ya florensayê de hema bibêje florensa difire û digihe ber perê esmanan. Çend kardînal û heta papayek ji mediciyan derdikeve. Medici dibin bankeya Vatîkanê. pereyên wan zêde zêde dibe. papa wê demê nahêle bajar di nav xwe de zêde şer bikin an bi rêya şer mezin bibin. Ji vî awî medici û papa bi hev re li ser qedera Florensayê biryar didin ku Florensa Li şûna şer û artêşan, ew pere ji bo pîşe û hunerê xerc bikin.

Encam: hunermendên mezin wek michelangelo, boticelli, leonardo da vinci, raffaello, hwd peyda bûn. îro bajarê florensa ya îtalyayê wek paytexta/navenda ronesansê tê zanîn.



28.10.2023 00:56 | mirovekirind