Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [radyoya tirşikê] de;

123. "bernameya radyoya tirşikê çima nîne?" ez ji xwe dipirsim.

di sala 2013an da radyoya tirşikê destpê kirîye. moderasyona tirşikê biryareka baş hilanîye. muzîkên kurdî tevlî muzîkên biyanî weşandiye, derfetekî baş çêkirîye. lê îro? îro (2020) muzîk li her derê ye. êdî, mixabin weşana mp3yê ji bo radyoyekê qîm nake.

ez dibêm, qet nebe du tirşikvanên me (ya rast, tirşikvan nebin jî dibe) rabin li ser mijarên rojane nîv saet gotûbêj bikin, bo destpêkê, willeh besê min e. bernameya radyoya tirşikê dest bi weşanê bike, hefteyê carekî jî bibe ji min ra bes e. kî çêkir, hezar car xwedê ji wan razî be!.

ji ber ku tiştekî wisa tune ye, xelk diçe youtubevanên din dişopîne. ji bo ku haya xelkê me perçekî ji nûçeyên dinyayê çêbibe, diçin guh didin xelkên bîyanî, yên tirk û hema kî hebe.

bernameyeka zindî jî dibe, podcast jî dibe hevalno, cidî jî dibe, bihenek jî dibe. bes weşaneka kurmancî bi gotûbêjekî teze be. ev yek, îro hewcehîyeka mezin e. ne tenê ez im. cinawirek din jî qala vê yekê kirîye di bin mijarê da.

radyoya tirşikê/114739



19.03.2020 12:43 | mirovekirind