27. nîşana bişaftinê ye. yanî sembola windakirina ziman û nasnameya xwe ye. loma jê dibehecim.
kesên ku bi vê devokê xeber didin û jê ne aciz in, kesên bişaftinê erê kirî ne. kesên têk çûyî ne. zir nezan in. haya wan ne ji dinya û ne jî ji der û dora wan heye. ji ber vê yekê mirov dikare bêje şaftê wan qaymîş bûye* ew kes metirsîyek in ji bo zimanê kurdî. du rê li ber kurdên diyarbekirê hene.
(1) a yekê axavtina bi zimanê kurdî + elimandina xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî ye.
(2) a dido axavtina tirkiya amedê ye: kesên bişaftî û têk çûyî bikaranîna tirkiya amedê wek sembola diyarbekirê dibînin ku nexweşiyek e. ji ber ku tu tişt di destê wan kesan de nemaye û hînbûna kurdî jî hê neketiye serê wan, bêçar, qîma xwe bi tirkiya amedê tînin û di bin giraniya vê yekê de dikenin. devşorbeyana! gere yekê destê xwe dirêjî wan bike û wan yek bi yek ji vê rewşa wêran xelas bike (qûrtarmîş bike).
|