Tirşik - Profîl
tirşik-profîla onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

profîla "onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tevnepirk] de;

5. bi xêr hatiye, lê bi hatina xwe re kutaya di formata tirşikê de jî.. bi qasê dixweye haj formatê nîne eger hebe jî pakiyê jê nake.. bêyî ku lêbigere ka ew mijar berê di tirşikê de vebûye an na bi serê xwe mijaran vedike, em bêjin di tirşikê de ji xwe mijara serjinik heye çûye bi navê mêrên serjinik mijarek nû vekiriye, em bêjin di tirşikê de ji xwe mijara koma wetan heye çûye bi navê koma weten mijarek nÛ vekiriye, û ya dî jî gelek caran di peyama xwe ya pêşîn ya li jêr wê mijara ku vedike de, mijarê pênase nake, lê şertê pêşîn yê ferhengeka înteraktîv ew e ku dema te mijarek vekir, divê tu wê mijarê pênase bikî, yanî em bêjin te mijara sêvê vekir, tu wê bêjî fêkiyek e, li gorÎ rengê xwe û tama xwe û cihê ku lê çêdibe gelek cure û çeşîdên wê hene, ji dara wê re dibêjin darsêv, li gorî rîwayetan ev fêkî ye ku bûye sebeb adem pêxember ji buhuştê bê derkirin.. an em bêjin te mijara tir li kû das li kû vekir, divê tu di peyama xwe ya li jêr de bêjî biwêjek e, ji bo wan dem û şert û mercên ku dema yek du tiştên bêeleqe dide ber hev û bi awayî dixwaze xwe ji sûc an berpirsiyariyekî xilas bike, tê gotin çîroka wê jî ev e,rojekÎ jinek li cem mêrê xwe hevîr distirê û tirrekî dike, mêrê wê jî xwe pê re aciz dike, dibêjiyê keçê hey keça ne tutiştan qey tu fihêt nakî li cem mêrê xwe tu tirra dikî, ew jî nizane çi bêje, hema dbêje te çima wê rojê li çolê dasa me şikênand, mêrê wê jî wekê ku bêje çi eleqeya tirr û dasê heye dibêje, tir li kû das kÛ.. û li jêr çend mijaran bala min kişand ku tenê wateya mijarê bi tirkî dinivîse û hew.. yanÎ ji wî we ye ku di tirşikê de herkes bi tirkî zane û ji xwe pêwendiyên xwe bi tirkî datîne, kurdî jî bes hobiyek e ji xelkê re.. tişteke baş e ku mirov navê wê mijarê bi zimanên din ên biyanî jî binivîse lê divê pêşiyê wê mijarê bi kurdî qenc îzah bike..



(bnr: formata tirşikê)

(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)