12. mîsyona vî navî jî xilas, bi vê re bûn 250 peyam û hej hejmarên girover dikim Û divê mirov tiştinan di tamê de bihêle û hej û-yan dikim lê ceynika serê min ji ku-yan diçe, û min gelek dixwest tirşik bigihije asta ferhengên din lê wek me hemûyan bi hev re dît û tecrûbe kir ev yek ji bo vê gavê ne mimkun û bes xeyalek e.. û berî ku simurg56 tirşikê çêke di fikra min de çêkirina ferhengeke kurdî hebû, û hê jî heye, belkî siberojê bi xwe ferhengeke bi dilê xwe çêkim, lê bi tecrûbeya tirşikê min fêhm kir ku ev yek ew qasî ne hêsan e, û ew motîvasyona min a berê ji bo kar û xebatên kurdî nemaye, anyway ji binî ve dawî li serpêhatiya xwe ya ligel tirşikê tînim û hûn sax û ez silamet! |
|
17.01.2015 06:23 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
8. feqîrê xwudê bi kîjan navî binivîse nikare xwe ji xezeba tolhildêran xilas bike.. ev cara dehê ye dibêjim û dubare û sêbare dikim ez ne dijminê tu kesî me, armanca min ne reşkirina tu kesî ye, lê ji ber ku kurmanciya min bi qasê ya brusk56 ne xurt e ez nikarim bi qasê wî xwe tam îfade bikim.. * neyse nexwe çarbare bêjim min heta niha bi qasê barê kerekî li ser tezên pkkê û tezên antî pkkê pirtûk xwendine ne wekê berê lê hê jî dema tiştekî hêjayî xwendinê dibînim dixwînim li gorî van xwendinên xwe dema li cihekî -tirşik an platformeke din- mesele bê ser pkkê fikra xwe û ya dilê xwe dibêjim.. li ser nêrîn û nêzikatiya öcalan û kadroyên din ên rêveber yên pkkê li hemberî jinê kêm zêde min tiştin xwendine û li gorî van xwendinên xwe dema slogana jin jiyan azadî seh dikim kenê min tê.. dirêj nekim heçiyê çîrok û serpêhatiya sakine cansız tenê bixwîne wê bizanibe û fêhm bike ka qedrê jinê û wateya azadiya jinê li cem öcalan û kadroya rêveber ya kckê çi ye.. |
|
11.01.2015 05:56 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|