Tirşik - Profîl
tirşik-profîla onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip

profîla "onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşikçî] de;

43. ji wî we ye ku tirşik ferhengeke kurdî-tirkî ye.. camêr mijarên bi kurdî vedike û li jêr di peyama xwe de tirkiya wê mijarê dinivîse û hew, yanî ji bo ku hûn bizanin bê ka ew çi ye divê hûn bi tirkî bizanibin û ew jî ne bes e divê hûn herin di ferhengeke tirkî de li wateya wê mijarê binêrin..

û ev cara çendê ye em jê re dibêjin lê bi qasê dixweye hê jî fêhm nekiriye, di tirşikê de heqê te nîne tu rasterast ji yekî re çêr û heqaretê bikî.. yanî li jêr mijara nivîskarekî tu nikarî bêjî qeşmer.. hêviya me jê li gorî van hişyariyên me, bila pêşiyê hemû peyamên di mijara formata tirşikê de bixwîne û paşê hemû peyamên xwe yên heta niha di tirşikê de nivîsandine hem li gorî formata tirşikê û hem li gorî qeydeyên rêzimana kurmancî sererast bike..




30. nivîskarê ku dixwazim jê re mijara klavyeya kurdî bikim diyarî..

di kombersa min de jî klavyeya kurdî nîne lê bi teknîkekî hêsan kumekî dikim serê tîpên e, i, û u û bi vî awayî bêyî ku ruhê gorbuhuştê mîr celadet biêşînim bi kurdÎ dinivîsim..




27. nivîskareke nû ye, bi xêr hatiye, hêvî û rica û pêşniyara min jê berî ku helbestên kurdî wergerîne tirkî an zimaneke din bila çend pirtûkên kurdî bixwîne û kurdiya xwe hinekî pêşde bibe.. heta ez peyamên wî dixwînim û jê fêhm dikin, malik li min diçe mîratê..