Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojnivîska spinoza] de;

1. yekem romana şener özmen e, di 2008'an de ji weşanên lîsê derçûye. ku ev roman bi ruhê netewperweriyeke xurt, serdema postmodern, zimanekî rojane û xwerû kurdî hatiye nivîsandin.

di vê romanê çar leheng hene, yek ji bakur (yasînê zexî), yek ji başûr (peymana xoyî), yek ji rojhilat (simkoyê badî) û yek ji rojavayê kurdistanê (mamoste helbestê dêyî) ye.

di vê romanê de ji ber ku serdem (an jî bizav) postmodern e, şener özmen ketiye di nav şîfreyan de. bi metafora têkiliya di navbera lehengên kurd û dildarên wan (di dil bi xwe de) ên serdest de em rastî gelek peyam û rexneyên di navbera serdestî û bindestîyê tên.

di derbarê vê romanê de çend agahî:

navê cih û war (mekan) ên ku leheng lê dimînin

1- zex (hezex)

2- xo (zaxo)

3- bad (mahabad)

4- dê (amûdê)

(wekî din: da= bexda, ne=edene, sil=mûsil, bol=stenbol, ran=tehran, med=amed...)

lehengê xef ango yê şîzofrenîk spinoza eyn wek olricê di tutunamayanlar a oguz atay e. ji ber ku serdem postmodern e şener özmen destê xwe ji james joyce û franz kafka re li ba dike.

di dawiyê de -eyn wek roman û çîrokên kafka- leheng hemû têk diçin. jixwe ev şêwaz di gelek romanên din ên postmodern û heyînîparêzîyê de jî heye.



07.04.2014 21:16 | zero