Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kawa nemir] de;

41. nûnerê Anglo-Saksona kurdan e! xew jê re heram e. zimanê wî gelek dewlemend e û di hemû helbestên wî de bayê "hêma"yê dibare. derd di pişika wî de dreneke berdewam e hê, deryayên reş aram dike, kurê dayîkeke bindest e, di cimaeta şaşan de hinek be jî mêrkuj e. li gor wî ev niştiman wê rojek tapoya xwe bistîne teqez. di bîr û birînan de li berbang, nîvroya feodal, hingura neteweyî, êvar û şeva çekdar digere. wek xwarin hej baskên mirîşkan dike, wek vexwarin hej bîra û şerabê dike, dîn û îmana wî kelepora wêjeya kurdî ye. di nav nivîskarên kurdan de yê herî samîmî ew e. mixabin, keda ku ew dide vî zimanê qedîm bi devê "ehmeqên ku tenê xwendin û nivîsandina kurdî di saziyan de hîn bûne" ve tê xwarin, ji ber ku ev nifşê ku ji saziyan hînî kurdî bûyîn li gor hînkerê aqilê xwe dirûst dikin. lê eger melayê cizîrî, feqî, xanî, koyî, bazîdî hwd. werin xwendin, wê keda kawa jî bi devê devgeniyên kurd-il hînkeran neyê xwarin. gava ewî shakespeare wergerand çu kesî lê xwedîtiyê nekir, lê beriya wê wergerê wergêrên tirk ji kurdan re digotin "eger hûn bikarin shakespeare wergerînin em ê dev ji nivîsê berdin." va êdî shakespeareê ku bingeha zimanê îngilîzî kirî di bin kontrola xwe de îro kurd e! ez ne xelet bim di rojhilata navîn de wergêrê herî ciwan ê ku Ulysses a james joyce wergerîne dê ew be. yên ku du peyv ji kurdî hîn dibin êdî xwe têxin pisporê vî zimanî; ji ber wê ye hej kawa nakin, çinku tişta ku qure û jixweqayil dizanin ew tiştine têra wan dike(!) li aliyê botanê gotinek heye, dibêjin : "rojek ji kerê re gotine xudê cehşikek daye te, ker jî gotiye ê ez çi bikim, bar dîsa barê min e!"



12.10.2013 23:40 | zero