Tirşik - Profîl
tirşik-profîla zero

profîla "zero"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the beatles] de;

1. The Beatles (De Bîtilz bixwîne), Beatles an jî Bîtilz, komek ji komên popê yên îngîlîzî bû ku di destpêka salên 1960'î de li Liverpoolê (Brîtanya) derket û bi taybetî di navbera salên 1963-1966'an de gelek bi nav û deng bû. Kom di destpêkê de ji çar endaman pêk hatiye: john lennon, paul mccartney, george harrison û peter best. Pişt re trampetjen ringo starr ket cihê Peter Best.

The Beatles li alîye aborî de koma herî serkeftî ya di dîroka muzîka popê de bû; komê di navbera 1963 û 1970'î de li Brîtanyayê 12 albûmên studyoyê (LP), 13 EP (sêlikên ku li her aliyekî wê du stran hene) û 22 singles (sêlikên ku li her aliyekî wê stranek heye) tomar kirin û sêlikên wan bi milyonan hatin firotin. Di 1970'î de bi awayekî fermî endamên The Beatles ji hev veqetîn û her endamek kariyera xwe ya muzîkî bi tenê berdewam kir.

Albumên komê û dîskografî

01 - please please me (1963)

02 - with the beatles (1963)

03 - a hard day's night (1694)

04 - beatles for sale (1964)

05 - help (1965)

06 - rubber soul (1965)

07 - revolver (1966)

08 - sgt.peppers lonely hearts club band (1967)

09 - yellow submarine (1969)

10 - abbey road (1969)

11 - let it be (1970)

(bnr: http://ku.wikipedia.org/wiki/the_beatles)



27.10.2013 03:09 | zero