Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yên bi remezanê tên] de;

19. Hezar cara mixabin di remezanê de kirineke zehf xirab heye ku dijî ruhê îslam û rojîyê ye û her wiha dijî jîyana hz. Pêxember(sjw) û al û eshabîyêt wî ne... Îsraf ... Ez gelek caran lêdinêrim dema fitarê de ew çend cure xwarin tête nav sifrê de mirov dimîne heyrî bi taybetî xwarinên girseyî de ev tişt zehf berbiçav e dema xwarin xilas nebe xwarinên şûnde mayî rêdijine sergoyê û paşî dibêjin wax me rojî girt wax me îbadet kir nizanim me gotina xwedê kir. Lê hem ji ber 6. 7 heb cure xwarinan hem jî ji ber rêtina wan çi wateya rojîyê namîne. Bi taybetî di wan demên xirab de ku gelê me rewşeke travmatîk de dijîn divê em rê li ber îsrafê bigirin û dest bidin alîkarîya êkudu...



06.06.2016 03:38 | azad30