Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferhanga kurdî japonî û îngîlîzî] de;

1. Di weşana wêje û zimanê kurdî xebatek din jî derket pêşberî xwîner û hezkirîyên xebatên zimanzanîyê.
Ferhanga kurmancî, zazakî, soranî, îngîlîzî û japonî ji alîyê komek nivîskaran ve hate amade kirin xebatkarên vê berhema giranbûha ev in;

Vakkas ÇOLAK
Welatîyek japonî ku navê wî japonî hate nivîsîn loma nikarim binîvîsîm
Osman ASLANOGLU
Bedîrhan ÎSLAMOGLU
Zekî GÛRÛR
Evren ASLANOGLU

Ferhenga pir zimanî ji weşanxaneya nûbiharê derketîye û 210 rupel e.

Ferheng ewil bi pêdîvîya japonên ku dixwastin kurdî hîn bibin ve derket. Loma Vakkas ÇOLAK ku japonyayê dijît bi nivîskarên din û japonek re kete têkîlîyê û dest bi xebata ferhenge kirin.

Ji niha ve 900 hebên ferhengê ji Japonya yê re hate şandin. Înşelah bibe wesîleyên xweş bo ziman û çanda kurdî.
Mala xebatkarên ferhengê ava keda wan sax be.



07.03.2018 14:30 ~15:42 | azad30