Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hacî qadirê koyî] de;

9. Ji wîkîpedîyayê;



Hecî Qadirê Koyî (z. 1816 Koye - m.1897 Stenbol) helbestvanekî neteweperwer ê kurd e. Di nav kurdan de weke Ehmedê Xanî yê duyemîn tê binavkirin.



Hacî Qadirê Koyî di sala 1816'an de li gundê Gorqereç ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Koyê ji dayikbûye. Navê wî Qadir yan 'Evdilqadirê kurê mela Salih kurê mela Ehmedê Gewre ye. Hacî Qadir hec nekiriye, ango neçûye hecê, ji ber ku di meha haciyan de ji dayikbûye hê ji biçûkanî jê re digotin Hacî Qadir. Hê zaro bû bavê wî dimire, di 7 saliya wî de dayika wî, wî li ba Mela Ehmedê ku kurxalê wîye, datîne ber xwendinê, piştî 2 salê din ku dayika wî ji dimire, kurxalê wî, wî bixwedî dike. Duvra li cihê curbecûr li bajarên mîna; Serdeşt, Sablax û Şino, xwendina xwe didomîne û di sala 1862 an de îcazeya xwe ya 12 îlmî werdigire û vedigerê bajarê xwe Koyê.



Hacî Qadirê Koyî Xanî'yê duyem e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Şi'r û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welat in.



Çend helbestên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê Komele şi'rên Hacî Qadirê Koyî de hatine çapkirin. Di wê komelê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komelê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eşîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiye Koyeyê navê "koyî" pê ve bûye.



Hacî jî weke Nalî û Şêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û şahirên Stenbolê. Ji şahirên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.



Hacî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn; heke nisxeke wê tirkan şewitandiye heye ko nisxa din rojekê bikeve destên me.



Hacî di sala 1897ê li Stenbolê çûye rehmetê. Dibe ku li Skûdarê di Goristana Qerece-Ehmed de veşartî ye.



Ji helbesteke hecî qadirê koyî ;

Le meydanî behar e, şarekey Ko,

Qubey Kişmîrî da ber şeq we ku go



.........



Kurdî axir bilê çîye 'eybî,

Her kelamî heqqe nîye 'eybî



Ya le gel Farisî çî ferqî heye,

Bo çî ew rast, bo çî em kemîye







...

Le ber bêittîhadî bûne miskên,

Le axirda weku zanîwme helldîn.



Le mabeynî killawsûr û killawreş(*),

Perêşan û diyarin mislî gay beş



Le ber em natebayî û kînecoyî,

Lelay romî zelîlin merdî koyî





Hacî Qadirê Koyî



30.06.2016 22:28 | azad30