Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêşnîyarek ji bo parastina aramîya tirşîkê û pêşvebirina ferhengê] de;

1.



1. Tiştê ku ezê aniha pêşnîyar bikim ji zûde ye bîra min da Bu. Lê gengeşîya ku doh şivedî qewimîBu sebep ku ez nihe binîvîsim. Wekî tête zanîn yek ji sedemên avabûna ferhenga tirşîkê ewe ku kurdî pêşbikeve, di warê zanistî bigrin heya çand ù hûnerê datayek biqîmet çêbibe û ji bo vî karî jî divê em nûsîyar û xemxurên kurdî bixebitin da ku armanca hebuna tirşîkê bigehije cihê xwe û em pê hebuna tirşîkê bextewar bibin înşallah.





Ji bo ku em tirşîkê binîvîsîn, xebatê bikin, serê xwe ji bo pêşvebirina kurdîyê biêşînîn hewceye ku em bi keyfkeşî û dilxweşî di tirşîkê de binîvîsin. Ji bo ku şevka me bo xebatê hebe hinek tişt divê hebin ù hinek tişt jî divê nebin lîsteya tiştên ku em divê baldar û hessas bin gelekî dirêje lê înşallah ezê tenê hinekê ji wan binîvîsim.



Tirşîkê de ji bo ku şevka me hebe bo Kar û xebata zimanê xwe ;



ya yekem divê tirşîkê de li dijî nirxên me bawerîyên me fikrên me gotinên ku ji sînorên rexneyê derdikevin û dibin sixêf, heqeret, biçûk dîtîn nebe lewra wekî tê zanîn lîsteya nivîskarên tirşîkê de maşallah her cure kurd heye dîndar, ne dîndar, bisilman ne-bisilman, jin, mêr, ne yek jî, pkk î, pdk î, êzîdî, ateîst, deîst her wiha di nav van çîna jî herkes dereceyek endamê wî ramanê ye. Ev berekete homojenbûna tirşîkê ku xêra xwedê ye bi xwe ra qadek berfirehî dixwaze ji bo ku herkes bikaribe bi şevk û kelecan binîvîse.



Taybetîyek qada tirşîkê jî divê wesa bibe ku divê nivîskarek din fikr û bawerî wî/ê biçùk nebîne û heqeretê neke. Rexne wê tabî kî dê hebît jixwe MA ne yek ji armancên hebûna tirşîkê rexne ye madem ku wisa ye nexwe divê rexne çawa be. Bi ya min rexne divê nekeve sînorên bêrûmetîyê û bêedebîyê. Pîvana ji sînor derbaskirin jî ewe ku divê em empatî yê bikin dema ku tiştek di derbareyî bûyerên jîyanê de binîvîsin pêşî wî nivîsa xwe bo nefsa xwe bixwînin û em hizirbikin ku ew nivîs li dijî fikrên me be emê çawa hîs bikin Aha xwîşk û birayên ezîz pîvan eve.



Ezê hinek mînaka bidim ; dema ku mirov hinek tirşîkê de turek biavêje wê rastî hinek nivîsên ku mijarên wan an sîyasîye an dînî ye an sîyasetmedar û serokên kurda ye bê vêca ev kes, partî, bawerî û raman bûye bingeh di wan şîroveyan de, vêca hinek nivįs hene ku ji ber ku di nav xwe de heqeret, tirane, biçùk dîtin heya sixêf hene. Loma ez çand cara rast hatime ku hinek nivîskar ji ber wan gotinên bereday û nexweş ji moderator xwestine ku peyamê wan bên jêbirin ango naxwazin ku peyamê wan qadek ku heqeret li dijî nêrînên xwe dihewîne tijî bike û destekê bide pê peyamê xwe. Gelo MA ev bûyerên wiha dilê wê naêşîne MA piştî ku hevalek ji nav me piştî heqeret û biçûk dîtînan ji tirşîkê derkeve MA cergê me nasojît ê willah ku eger hevalek ku ji min re sixêfan jî bike ez hez nakem ku ji tirşîkê derkeve ku êdî nenivîse, bila bê ku heqeret bike pîrozwerên yekî din, bila her bimîne li gel fikrên xwe, rexneyên xwe bibe dewlemendîya tirşîkê.



Mînakek din doh dema ku ez rastî heqeret û biçûk dîtinek hatim di mijarekê da (bnr: zirrezira meleyan) ku li dijî bawerî û fikrên min Bu ez zehf li ber xwe ketim û min jî hinek tişta nivîsîbu ù hinek heval hêrs bubu yek jî wan kekê biruyo hayao miyazakî)Bu piştî me hinek gef avête êkudu vêca min taybetê da peyam şandi û hestên xwe di derbareyê nivîsên wî de jê re dîyar kir piştî ku ew jî sedema heqeretên xwe dîyar kir, Me jî hevûdu lêborînê xwest û hevùdû helal kir. elhamdûllîllah piştî ku me hevûdu fahm kir û me haj hessasîyetên êkudu çêbu hingê rehet bum. Bi vî awayî piştî hingê me dev ji gef avêtinên bereday berda .



hevalên delal; hindî ku ji destê min hat min pê vî peyama xwe hewl da ku pêşnîyarek bikem bo tirşîkê înşallah min raza dilê xwe bi aşkîrayî anîbe ziman.



Heval no niha wextê paşîvê ye û dayîka min gazî min dike loma hewce ye ku dawî bikim. ji bo ku em ji tirşîkê sar nebin, bi xîret û kelecan xebat bikin bo pêşvebirina tirşîkê û bo zimanê xwe, ji kerema xwe re em hinek hessas bin ù di nav nivîsên xwe de cih nedin heqeret, sixêf, biçùk dîtin û rexneyên ku digehije warê bêedebîyê. Û bila kesek ji me xwe bêqusur nehesibîne û divê em dev ji quretî, ezîtî, enanîyetê berdin bêyî ku derdê hevalekê xwe baş bizanibin kesekî bi tevgerekê û ramanekê neyînî tawanbar nekin.



Gotina min a dùmahîkê : Eger min pê nivîsên xwe dilê hinek hevalên xwe hêla bim bila heqê xwe helal bikin. Her şad ù bextewar bibin...



22.06.2016 02:39 ~04:05 | azad30