Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azad30

profîla "azad30"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwendekara kurd ku teog ê buye yekemîn] de;

1. Di van rojên xirab de nùçeyek wiha keyfxweşî ya me ye. Süheyla di ezmuna teog ê de buye yekemîn, ji nisêbînê ye kurdî dixwîne û dinîvîse heyrana m.uzun û cegerxwîn e.

Ji çandname.com ê 12/06/2016



Xwendekareke ji bajarê Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê di imtîhana giştî ya lîseyan de li Tirkiyê bû yekemîn.



Suheyla Dilek (14) ku îsal dibistana seretayî xilas kir û kete imtîhana lîseyan (TEOG) bersiva hemû pirsan rast da.



Ji milyonek û 200 hezarî bêhtir xwendekar beşdarî imtîhana TEOGê dibin da ku bikevine lîseyan.



Dilek bi rêya telefonê ji Rûdawê re got: “Ez rojê sê saetan li dersê xwe dişixulîm. Dema ji dibistanê vedigeriyam jî min hemû mijarên wê rojê fêr bûbûm dubare dikirin. Xuşka min mamosteya matematîkê ye. Wê jî arî min dikir.”



Xuşka wê Fatma Dilek ku li bajarê Bismilê a Parêzgeha Amedê dijî, got ew bi nûçeyên çapemeniya tirk li ser serkeftina Suheyla û rewşa Nisêbînê belav kirine, kêfxweş nebûne.



Ji ber qedexeya çûna derve û şerê li Nisêbînê, Suheyla destpêka çerxa duyem a dibistana xwe çûye Bismilê û li ba xuşka xwe xwendina xwe domandiye.



Suheyla ku dixwaze lîseyê an li Amedê an jî li Stenbolê bixwîne, diyar kir ku ew hertim bi dersan re mijûl nebûye: “Min pirtûka Sherlock Holmes a Arthur Conan Doyle, Şepirze ya Victor Hugo û pirtûkên Jules Verne xwendin. Ez herwiha guhdariya muzîka Mem Ararat û Aram Tîgran dikim.”



Suheyla got ew dizane kurdî bixwîne û binivîse, û ji bilî pirtûkên Cegerxwîn, Mehmet Uzun û Mûsa Anter, ew herî zêde ji Mîrzayê Piçûk hez dike.



14.06.2016 00:14 | azad30