11. Cîvîna ku ji bo tevlîbûnê hewl didim ku karê xwe yê rojane xilas bikim. Wê vê carê azadîxwaz û hevalek rasteqîn jî tevlî bibe. |
|
07.04.2016 16:06 |
azad30
|
8. civînoka ku wê înşallah rûniştina 2.yemîn sibê danê êvarê çêbe. vê carê wê kekê azadîxwaz jî tevlî bibe an go teşrîf bike. hîvya gelek hevalên din jî... |
|
06.04.2016 13:56 |
azad30
|
4. kekê azadîxwaz tu çi gava ku'b xwazî em dikarin dîsa jibo hevnasînê bicivin. rasteqin 24/72 dixebite,ez jî tenê nava heftê de navneyna seet 9-4 an de dixebitim. Ji bilî van deman çi wextê ku tu hez bikî û musaît bî em dikarin kom bibin... keyfa te ye.. |
|
29.03.2016 10:30 |
azad30
|
1. Erê elhamdulîllah civînoka yekem ya tirşîkvanên mêrsîn ê bi dawî bu. Ez û Rasteqin li kolanekê rûniştin û ji bo hevnasînê em civîyan ya rast em hîvya azadîxwaz jî bûn lê ji ber ku mala wî li edenê bu herhal musaît nebu loma nehat. Axkî em civîyan û me sohbetek gelek xweş kir. Hêjayî tevlîbûnê bu . ji qur'an bigrin heya tevrat ê ji serborîyên jiyan ê bigrin heya hêvîyên xwe me behsa tiştên curbicur kir. Rasteqîn camêrek ji dil, samîmî û zana bu. Bifikirin camêr qur'an , tevrat, incil û nizanim tijî pirtukên dîn î xwendîye lê tu yeka jî ne hilbijartîye * xwezî hêjku hebekî hilbijartiba* axirî ez bi naskirina rasteqîn gelek keyfxweş bûm. Axaftina li gel tirşîkvanekî gele keyfa min îna ez bo her tirşîkvanekî pêşnîyar dikim ku bila bajarê xwe civînokan li dar bixe*mirov bi vê yekê xwe zêdetir digire bi tirşîkê... |
|
28.03.2016 21:19 ~21:25 |
azad30
|