Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rewnaqa xewle

profîla "rewnaqa xewle"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [doxînsistîzm] de;

13. pirtûka ku di navbera çîrok û şîretên beredayî de maye.. nivîskarê pirtûkê hama kurtenîvîsên ku di feysbûkê de jî nivîsandiye, girtiye di pirtûkê de jî tomar kiriye û çap kiriye. wê demê nexwe em hemû bi vî awayî dikarin di salê de deh pirtûk çap bikin. ma heyra wisa dibe?

ez di derbarê kurdî de nêta nivîskêr karekî baş dibînim, xwestiye û dixwaze ku çend pêşdaraziyên qalibgirtî ya ku di bîr û hêşê me kurdan de rûniştiye bi awayekî hunerî û edebî biperçiqîne belawela bike û ji holê rake, nêt gelekî maqul e lê kekêcan mesele bi tenê ji nêta vê hêşmendiyê biqediya, niha hezar û yek car kurdistan azad dibû, bi tenê dijmîn û dijûn û çêr û sixêf û lêçanî, yanî doxînsistiye mariv nikare bêje min qaliban şkest, ku wisa be jixwe di devê kurdên me de heya êvarê peyvên 'kîr û quz' kêm nabin eger tu jî bêjî hama ez jî bi tenê diya xelkê dinim û navê wê jî dikim şikandina qaliban, bila dilê xwe li min negire û li qisûrê min nenêre tu di xewê de yî keko. tu çi, çawa û bi çi şeklî dibêjî? ya girîng ew e. çiqas serketî ne? têra qalkirina edebiyê dike? jê sûd tê wergirtin? falan û bewan..

dîsa jî ji bo ku heqê wî nexwim dikarim bêjim ku fikirîn û pêkanîna wê jî têra xwe wêrekiyê dixwaze ne kêm e



12.06.2014 23:55 | rewnaqa xewle