46. d helbesta wî a "dê û law" de mirov hîn bêhtir bêriya diya xwe dike..
gava ku ez diçûm
niviştek çêkiribû
dêya min
ji bo min
sê nanê firnê qewl kiribû
ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista
lêvikên wê diricifîn
çavikên wê diperpitîn
ku ez vegeriyama
wê sê rojan rojî bigirta
di ber rêya xwedê de
wê sê nanê firnê belav bikira
di ber rêya şêx û ûcaxan de
wê şîrê şêran ji min re bianiya
di şîvê êvaran de
wê gulîsorek porr hinnekirî bixwesta
li gora dilê xwe
ez bizewicandama
ne sê nanê firnê belav kir dêya min
ne sê rojan rojî girt
ne gulîsoreke porr hinnekirî xwest li gorî dilê xwe
û ne jî şîrê şêran anî di şîvê êvaran de
ve-ne-ge-ri-yam
li wir mam
hêviyên wê di dilî de
bûn kulmek cîncoq
şikestin û man
porrkurra dêya min
li ser dika malê
hîn li hêviya min e
hîn...
wê li wir porr spî kir
û min jî li vir jîn
Ji:Janya - Rênas Jiyan
rûpel:64 weşanên BELKÎ
|