Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stenbol] de;

49. stenbol/82171 Piştî deh sal şûnde min pişta xwe jê re zivirî wê terikand.

Kesek nebû bibe xweyî te, ez jî!
Xatirê te...



29.08.2017 22:03 | mîr

40. çend nêrîna min:



+ kes li çavÊ kesê nanêre

+ her kes Ecele dike ku zûtirîn bigihêje ciHê xwe

+ Kes siwarê bisiklêtê nabe ku Ji cihekî ve here cihekî din

+ ez şahid nebûm zarokekî piçûktirê ji 15 salî ku kurmancî, zazakî xeber bide

+ însan bi hev re sar in, ne xwîngerm in

+ Wekî febriqeyekî mezin e ku meriv tê de dixebite, xAniyê ku tê de rudinî wekî lojman e

+ Bajareke westiyayî ye ku qet ranaze

+ însan wextê siwarê otopêz ê dibin serê xwe didinê camê otopêzê bi devekî vekirî radizin, porên wan ê qirêj mora xwe lê dide camê

+ di rojan tatîlê de dixwazî herî cihekî ku bîhnA XWE bidî 2 saet trafîqê de diminî ji poza meriv tê, dibêjî nelet be, xwezî ez li malê xwe de runiştiyamA

+ wext zahf zû derbas dibe, meriv dibê qey hefteyekî li şûna rojekî ye

+ li guhê her kesî de berguhk hene

...



sal bi sal wan tiştana li ber çavên te êdî normal tê, tu jî kEriya stenboliyan dibî diçî gidî...



19.12.2015 00:04 ~01:47 | mîr