Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [selimiye] de;

1. Gundekî navçeya marmarisê ye. Ji ber dûrbûna navenda marmarisê dereng hatiye kifşkirin çûyîna wê derê ne hêsan bûye loma zêde destê însanan neketiye, nehatiye lewitandin.

Hinekî bihaye lê belê meriv pê malbata xwe re tetîlê bike cihekî xweş e. Tê de wekî navenda marmarisê îmkanên klûb hwd. Zêde tune, loma gênc zêde jê tercîh nakin.

Av û hewa wê xweş e, hewa wê wekî Mêrsîn û Antalya zêde ne germ e û nem tune, ba hûrik hûrik lê dide meriv hênik dike.

Şebekeya kanalîzasyonê tune, heftê de careke vîdanjor tê, loma behra wê zehf temîz e.

Tê de cihên kampê hene meriv pê kona xwe dikare binê sterkan de razê.



13.07.2020 00:16 | mîr