Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mevzukürtlere] de;

1. Di Twitterê da navê hesabekî ye. Tiştên ku derheqê Kurdan da hatiye weşandin wana belav dike.

Ewilî Navê vê hesabê @mevzukurtlere bû paşê ji ber gazinê milet, ev hesap hate girtin paşê dewsa vê navê @mevzukurtlere1 kete fealiyetê.

ji ber hêrsa miletê kurd (ne ji ber şikayetê tirka) di Twitterê da bi rojeva #Mevzukurtlerekapatilsin 2-3 roj kete nava rojeva yekem, xelkê boyî ku were girtin Spam kir.

Berê Twitterê da bi navê fincikkurd hesabekî hebû, texmîna min xweyî vê hesabê dîsa eynî kes e. Profîla wan herduk bîna hev in resma Ataturk, Ehmed qaya, Ibrahim Tatlises heye.

Em ê werin ser meseleya terza wê, car caran tesbîtên xweş û cih da parve dike kenê meriv tîne. Lêbelê piranî bîna Tirkên ku dixwazin kurd piçûk, nezan, hov nîşan bidin xeberdan, edetên wan dixin devên xwe, tirane xwe dikin, terza wê jî ev e, meriv wekî kurdek jê aciz dibe, sebra meriv xilas dibe. Trollên ku mîzahê ofansîf dikin dişibe wan.

Nizanim kurd e yan nîne, ihtimal e zimanê kurdî jî nizane.

Ez nabêjim herkes ji sibê heta êvarê pesnê kurda bide, her tiştê kurda qenc nîşan bide, lê hed û hidûda her tiştê heye eyb nîne çima bixwazim xelq li min bikene, malzeme bidime destên wan.



24.04.2020 22:16 ~22:18 | mîr