Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [babûn] de;

1. Cisneke meymûnan e. Navê wê ya din meymûna hebeşê ye. Welatê vê meymûnê Afrîka û welatên Ereban e. Li Erebistana Siûdî de jî tê dîtin. Misilman Gava diçin e hacê li wir ser zinar û kireyen de wê dibînin. Dibêjin ev meymûn dizî jî dikin xwarinên destê xelkê didizin filan.

Rû, diran û pozê vê meymûnê dişibe kuçikan. Rengê Qûnê wê pembe ye û bêpirç e. Babûn Him giha him jî goşt dixwe. Heywanekî wehşî, hov e.

Taybetmendiyeke vê heywanê Bi min re çiqa xerîb tê, babûn car caran tûleya kuçikan direvîne û wan a xweyî dike, piştî wan kuçikan mezin dibin. Kuçik dikeve xizmetê babûnan îşê wan çêdikin, gava talûkekî dibe ewte ewtê dikin. Yanî kuçik wekî devşîrmeyan hereket dikin.

Here lînkê
Babûn û kuçik - sîstema devşîrmetî:




20.12.2017 23:48 ~23:54 | mîr