Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [levent gültekin] de;

3. "wekî siyasetmedaran her kesî re çavê xwe diqirpîne, texmîna min rojekî bikeve siyasetê. camêr peyî nanê xwe ye" levent gültekin/99246

Min van gotinan jorê 13.05.2017 de gotibû, îro derheqê hilbijartina serokkomariya tirkiyê ya 24.06.2018 xwe wek namzed nîşan daye.

Here lînkê



18.04.2018 23:45 ~23:45 | mîr

1. Nivîskar û rojnamevanekî kurd e, di sala 1972 ê de li navçeya golan a erdexan ê de ji dayik bûye.

Heta çûyîna perwerdeya zanîngehê li navçeya golan a erdexanê de diçe mektebê û li wir dijî. Li zanîngeha anadoluyê di lîsansa beşa rêveberiya giştî de mezûn dibe û li zanîngeha selçukê di pêwendiya navneteweyî de masterê xwe temam dike.

Levent gültekin li rojname û qenalên yeni Şafak, cine5, internet haber ê de xebitiye û niha li rojnameya internetê dikenê de nivîskarî dike.

Levent Gültekin heta 4-5 sal berê îslamîst bû bi xwe jî usa dibêje, niha ji boyî xwe dibêje ez demokrat im. Di van rojan de rexneyên akp dike loma di nav kurd û çepgirên tirk de zehf popûler e.

rewşenbîr û siyasetmedarên (û hwd) kurd ji bo ku li ber çavên tirk xwe bidin qayîlkirin, dibin dîndar, demokrat, çepgir, sosyalîst, humanîst dibin her tiştî lê tenê nabin kurd. Ji ber ku hemû tişt ê wan heta ku tu nebî kurd ji te re mimkun e, heke tu bejî kurd? umet, biratiya hezar salan, berî her tiştî mirovatiyê dest pê dike û bertek nîşan didin. Yanî tenê nasyonalîzm ba wan rast e, yên din kêm e, tune ye, derew e, şano ye...

Levent Gültekin carekî behsa perwerdeya kurdî hatibû kirin, wiha gotibû "ziman ne muhim e meriv re perwerdeya bikalîte lazim e", careke din jî ji bo Barzanî, "pêşî bibin meriv paşî ji xwe re dewlet ava bikin me dewleta xwe ya tirkiye ava kir lê hûn dibînin tenê ew têrê nake"
Û pêla hanê jî digot "Kurdbûn ne xema min e, ya girîng em meriv bibin"

Kî ji derdê xwe berde û ji bo ku xwe nîşanê xelkê bike daku bêjin "wey çi demokrat e çi humanîst e çi miroveke başe" ne jidil e, heke cinazeyê bavê te li erdê be û tu ji wî berdî herî şîna xelkê, yan jî qîza te yê nexweşiya wê ya giran hebe tu ji wê berdî nav cî û tu herî nexweşê cînarên xwe lê binêrî tu ne samîmî yî.

Wekî siyasetmedaran Her kesî re çavê xwe diqirpîne, texmîna min Rojekî bikeve siyasetê. Camêr peyî nanê xwe ye.

Li rojnameya hürriyetê de Bi ayşe arman re hevpeyvînek çêkiriye, bixwînin hûn mebesta min fehm bikin:
Here lînkê



13.05.2017 22:54 ~2017.05.14 09:48 | mîr