Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tetwan] de;

1. Navçeyeke girêdayî bajarê bilîsê ye. Navê wê ya din tûx e.

Hejmara nifûsa wê nêzîkî 90.000 e, nifûsa wê ji navenda bilîsê zêdetir e û tetwan navçeya herî pêşketî û bi erdê xwe ve herî mezin ya vê bajarê ye. Ji bilî memûran Xelkê Tetwanê hemû kurd e, wekî navenda navçeyên xelat, elcewaz tê de Tirkmenê niştecih tune ye.

Tetwan li aliyê rojavayê Behra Wanê dikeve û devê behrê hatiye avakirin.

Li Tetwanê Xeta Keştî heye bi rêya behrê Ji Tetwanê diçe Wanê Û xeta trênê ya haydarpaşa-îran ê ji Tetwanê derbas dibe.

Kêleka Tetwanê de çiyayê nemrûd bilind dibe nemrûd ciyekî tabiî ye, havînî li wira seyrangeh tê çêkirin nemrûd/58283

Bajarê Bilîsê di nava çalê de ye (korta bilîsê) û bixwaze jî ji ber sedemên cografî nikare mezin bibe, û pêş bikeve, hema tetwan ne usa ye him erdê wê rast e, him jî kêleka behrê ye ew jî seva pêşketina wê dibe. Heke Bilîsê bajareke kevnar û dîrokî nebûya dibû navçeya Tetwanê.



08.05.2017 20:16 | mîr