Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nûbihar] de;

16. min çend car ji xwe re digot çika herim serekî lê dim, axirê nesîb bû cara ewil ez roja şemiyê çûm firoşgehê wan ê li veznecilerê stenbolê. xortekî qenc wê teze zanîngehê xilaskiriye berpirsê wê derê bû pêşwazî min kir em bi hev re rûniştin piçek mûjil bûn, ji min re çay îkram kir.



dikanê wan de hem kitêbên kurdî hem jî tirkî tê firotin, lê belê kitêban zêdetir kurdî ne. min got îşê we çawa ne firotina kitêb û kovaran hwd. got baş e lê belê heke em tenê kurdî bifiroşin têrê nake ku em li ser piyê xwe bisekinin.



min çavên xwe lê gerand herçi kovar û fanzîn tê weşandin têde hebû û xêncî weşanên nûbiharê kitêban weşanxaneyan din jî tê firotin.







01.09.2015 23:43 | mîr